Amedsporê Kongreya xwe li dar xist
AMED (DÎHA) - Hevserokê Kuluba Amedspor Îhsan Avci diyar kir ku Amedspor di serî de tîma jin, zarok û hemû welatiyan e.
Tima Amedsporê li Salona Sporê ya Şaredariya Peyasê 1'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Di salona de weneyên Yaşar Kemal hat daliqandin. Kongere bi tevlîbû Serokê Kuluba Sporê yê berê Prz. Metîn Kilavuz, Hevserokên Kulubeya Amedspora Îhsan Avci û Semra Budak, Lîstîkvanên Amedsporê, nûnerên TFF'yê yên Amedê, gelek saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn. Kongre bi pêşkêşkirina sinevîzyona bi mijara dîroka sporê ya Amedê û bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir.
Piştî hilbijartina diwanê Serokê Amedsporê yê berê Prz. Metîn Kilavuz axivî û diyar kir ku tima Amedsporê bi zor û zehmetî heta niha hatiye û wiha got: " Di serê de Yaşar Kemalê bi bîrtînim. Serê malbatên wî saxbê. Em vê kongre ji bo bîranîna Yaşar Kemal li dar dixin. Kî li ser vê erdnîgariyê jiyabe gelek zor û zehmetî jiyan. Tima Amedsporê tima xwişk û biratiyê ye, tima gelê kurdê, Tima aştiyê û tima bindestan e."
Hevserokê Kuluba Sporê Îhsan Avci jî diyar kir ku pêvajoya kongreyê ji bo wan gelek girîng e. Avcî, spasiyên xwe li kesên di rojên dijwar de piştevaniya kirî, kir û wiha got: "Amedspor tîma ciwan, jin, zarok û hemû welatiyan e. Em li ser navê rêveberiyê spasiyên xwe li hemû kesî dikin."
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat.
Di encama hilbijartinê de Îhsan Avci, Ayten Tekeş, Mahmut Dağ, Alî Karakaş, Adnan Zengin, Nesîh Aktepe, Abdulkerîm Unver, Nurullah Edemen, Serdal Savaşçi, Senabhatin Dinç, Osman Ocakli, Abdullah Sevinç, Dilan Yumlu, Servet Erol, Cihan Aydin ji rêveberiya asîl re hatin hilbijartin.
Remzî Dînar, Oner Tekîn, Besra Ekîncî, Bulut Ayana, Mehmet Arslan, Umît Mercan, Mehmet Devran Devrîm, Soran Haldî Mizrak, Emrullah Gurbuz û Muzaffer Ozmaskan jî ji alîkariyê re hatin hilbijartin.
Rêveberî piştî demek şunda dê di civîna de hevserokên kulubê hilbêjêre.
(rd/bd)