DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Cizîrspor bû şampiyon

 
29 Adar
16:03 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Cizîrspor di maça xwe ya dawî de li hemberî tîma 12 Bingolsporê yek puan stand û bû şampiyon. Bi vê re ji Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê derket Lîga 3'yemîn.

Cizîrspor di Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê de dilîst îro ji ber cezayê girtina stadê li stadyûma Rihayê bi tîma 12 Bingolsporê re hatin beramberî hev. Di 90 deqeyên maçê de ji her du tîman gol neavêtin û maç 0-0 wekhev qediya. Cizîrspor di vê maçê de puanek standin û bi vê puanê bû şampiyon. Cizîrspor derket lîga 3'yemîn.

Piştî gelê Cizîrê agahiya serkeftina Cizîrê wergirtin bi wesayîtên xwe konvoy çêkirin, flamaya Cizîrsporê hildan li nava bajar serkeftina Cizîrsporê pîroz kirin.

(cno-zf/ea/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN