Ligel hemû ceza û astengiyên siyasî jî Cizîrspor bi ser ket!
ŞIRNEX (DÎHA) - Cizîrspor a di sala 1973'an de hat avakirin piştî 7 salan ligel hemû cezayên bê temaşevan, pere û astengiyên siyasî jî bûn şampiyon û derket lîga 3. gogbazê Cizîrsporê Mûrat Yilmaz diyar kir ku di bûyerek biçûk de jî TFF'ê cezayê giran dida tîma wan û got ku gelek maçên wan bê temaşevan derbas bûn lê ligel vê yekê jî niha ew kêfxweşiya serkeftinê dikin.
Cizîrspor a di sala 1973'an de hat avakirin, cara yekemîn di sala 2006'an de derketibû lîga 2'emîn. Salek piştre ket lîga 3 û di sala din de jî ango di sala 2008'an de ket lîga Herêmî ya Amatoriyê. Tîma Cizîrê ku ligel hemû bêderfetiyan ev 7 sal e di lîga amator a heremî de gokê dibezîne, îsal ligel hemû cezayên bêtemaşevan, pere, astengiyên li hember temaşevanan a polîsan û hemû bêderfetiyan bi tîma 12 Bîngolsporê re li stadyuma Rihayê hatin pêşberê hev û 0-0 wekhev man.
Welatparêziya temaşevanan!
Cizîrspor bi vê maçê bi 56 puanî bû şampiyona heremê. Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) gelek caran ji ber sekna welatparêzî ya temaşevanên Cizîrsporê, cezayê girtina stadê da qulûbê. Ya herî dawî ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê û bûyerên di mehên dawî ya li Cizîrê pêk hatî de di maçan de temaşevanan dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê", "PKK gel e gel li vir e", "Li çiya negere Apocî li her derî ne" û xwendina sirûdên kurdî, 3 maç cezayê girtina stadê û bêtemaşevana da tîmê. Li dijî hemû astengiyan jî Cizîrspor bi serkeftinên xwe ya Qûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê ketibû rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. Cara yekemîn bû ku tîmek ji lîga amator dikeve pêşbirkên Qûpaya Zîreatê. Ligel cezayê bê temaşevan didan tîmê jî, lê temaşevanan tîma xwe bi tenê nedihiştin û nivisên li ser dîwaran, derketina ser xanî û dîwarên nêzî stadyûmê bi def û zirneyê dîsa piştgiriya xwe kêm nedikirin.
'TFF'ê neheqî li me kir'
Gogbazê Cizîrsporê Murat Yilmaz destnîşan kir ku wî di gelek tîmên futbolê yên Tirkiyeyê de lîstiye û da zanîn ku di hemû pêşbirkên li Tirkiyeyê de kêm zêde bûyer derdikevin lê TFF'ê gelek caran vana berçav negirtiye. Yilmaz anî ziman ku lê li Cizîrê di bûyerek herî biçûk de jî TFF'ê cezayêng giran dida tîma wan û wiha got: "Sedemên ku ji bo cezayê didan nîşandan jî di gelek pêşbirkên li derên din de pêk dihatin. Lê mixabin hema bêje her maça me de TFF'ê ceza da ye temaşêvanên me. Gelek maçên me bê temaşevan derbas dibûn. Cezayên pereyê didan me. Mînak maça me ya dawî dan stadyuma Rihayê. Dîsa di 3 pêşbirkên Kupaya Zîreatê ya Tirkiyeyê de em bêtemaşevan derketin stadê. Her çiqas temaşêvanên me li ser xanî û dîwaran piştgiriyê didan me jî dîsa me dixwast em li pêşiya temaşevanên xwe derkevin maçan. Di sala 2014-2015'an de li dijî hemû astengiyan jî em bi ser ketin."
'Hestiyarbûna temaşevanan bandorek mezin li ser min kir'
Yilmaz diyar kir ku Cizîrê ramanên wî guhertine û axiftina xwe wiha dom kir: "Di bajêrek wiha biçûk de bi deh hezaran welatî dihatin stadê û moral didan me. Vê moralê bandorek erênî li ser me çêdikir. Her wiha di jiyana asayi de jî gelê Cizîrê li me xwedî derket. Cizîrê gelek tişt di jiyana min de guhertin. Lewma min biryar da ku ez hejmara li ser formeya xwe biguherinim û bikim pîlaqeya Şirnexê 73'ê."
Gogbazê Cizîr Sporê yê biyanî Serge Djiehoua jî ji ber şampiyonê kêfxweşiya xwe ani ziman û wiha got: "Me salek gelek baş derbas kir û encama wê ji stand. Di her maçê de min gol avêt. Ji ber ku tîma me derket lîga 3 hêdi ez nikarim bilîzim. Di lîga 3 de ji bo gogbazên biyanî astengî heye. Lê di salên pêşiya me de ez dixwazin cardin ji bo xebatek cuda vegerim Cizîrê. Cizîr bi her awayî bandorek mezin li ser min kir. Ez ji hemûyan re spas dikim. "
'Ji ber ku me DAIŞ şermezar kir TFF'ê ceza da me'
Temaşevanê bi navê Halis Şimşek jî bal kişand ser astengiyên rayedara TFF'ê û diyar kir ku Cizîr cihek polîtîk e, lewma di rojevê de çi hebe ew jî bi temaşevanan re dikeve nava stadê. Şîmşek destnîşan kir ku mînak di berxwedana Kobanê de di her pêşbirkê de wan weke temaşevanên tîma Cizîrsporê bi dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Kobanê berz dikirin û ev yek jî tiştek normal e. Şîmşek ev tişt li ser gotinê xwe zêde kir: "Dema me marş û stranên kurdî digotin. Ji ber van helwestên me di her pêşbirkê de polîsan bombeya gazê diavêt nava stadê û TFF'ê ceza didan tîma me. Me êrişî kesî nedikir. Hemû cîhan li dijî DAIŞ'ê derdiket û me ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi dirûşman şermezar dikirin lê rayedar ji vê yekê aciz dibûn. Wan qet ne dixwest dengê dirûşmên me di lîga 3 de jî di Kupaya Ziraatê de bilind bibe, lewma ji me re dibûn asteng. Me hemû lîstokên wan vala derxistin û soza xwe ya şampiyoniyê bi cih ani."
(cno-zf/ea/oî)