Turnuvaya futbolê ya ji bo Kobanê dest pê kir
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê ji bo piştevaniya Kobanê ji hêla KESK, Odeya Dermanfiroş a Şirnexê û Odeya Tabîbên Şirnexê ve turnuvaya futbolê hat organîzekirin, maça ewilî hat lîstin. Di maça ku di navbera tîmên Botan û Kobanê de hat lîstin de tîma Botanê 6-1 bi ser ket.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji hêla KESK, Odeya Dermanfiroş û Odeya Tabîbên Şirnexê ve ji bo piştevaniya Kobanê turnuvaya futbolê tê lidarxistin, dest pê kir. Turnuvaya ku 32 tîm beşdar bûn, maça yekemîn di nav bera tîmên Botan û Kobanê de pêk hat. Maça ku li sehaya xaliyê ya li ser Kolana Arîn Mîrkan (Hezex) pêk hat. Beriya lîstikê ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Eleqeyek mezin ji bo maça yekemîn hebû.
Di maça ku 60 deqîqe di navbera tîmên Botan û Kobanê de pêk hat de tîma Botanê 6-1 ê bi ser ket.
(co/ea/wk)