Welatîyên Kobanê: Em ji wî welatî bêzar bûne
EDENE (DÎHA) - Li Çukurovayê kedkar bi kedek mezin û heqekî kêm kar dikin. Welatiyên Kobanê ku ji ber DAIŞ'ê axa xwe terk kirin û li Edeneyê bi cih bûn, bi kedek zêde û heqekî erzan wekî koleyan dixebitin. Kobaniyan, anîn ziman ku ji welatê Çukurovayê bêzar bûne.
Bi hezaran Kobaniyên ku ji ber êrîşen DAIŞ'ê koçî Kurdistan û Tirkiyeyê bûn gelek ji wan li herêma Çukurovayê bi cih bûn. Bi sedan Kobanî ji bo debara xwe bikin karê zeviyan dikin û bi kedek zêde û heqekî erzan dixwebitin. Welatiyên Kobanê yên li Edenê bi cih bûn di konan de dijîn. Kedkarên ku di bin şert û mercên herî xirab de dixebitin, zor û zahmetiyên mezin dijîn. Kobaniyên ku ji bo xelaskirina canê xwe ji êrîşên DAİŞ’ê reviyan, niha jî wekî koleyan di bin destê bazirganan de dixebitin. Kobaniyên ku ji serê sibê heta derengiya şevê di nava zeviyan de dixebitin di navbera 20 - 25 Tl’e yan distîne. Kobaniyan, anîn zanîn ku ji bo debara xwe bikin dixebitin û piştî Kobanê ava bibe dê dîsa vegerin Kobanê.
'Em dixwazin vegerin axa xwe'
Jina bi navê Nûjîn Elî, 6 meh berî niha anî bîra xwe 6 mehên borî wiha anî ziman: “Min ji karê erdan fêhm nedikir. Lê ji bo ku ez debara xwe bikim ez dixebitim. Her sibe saet di 05.00’an de radibim û diçim kar. Xanîyê ku em têde dimînin kirê ye. Ji ber ku heta vî temênê xwe min karê erdan nekiribû. Min pir zahmetî kişand, lê niha fer bûme. “ Elî balkişand heqê ku distîne û got: “Li Ceyhanê kesê ku em li cem wî dixebitin naze û welatparêz e ji ber wê keda me weke xebatkarên din dide. Lê gelek cihê din di navbera 20-25 TL’e yan didin xebatkaran. Keda me û heqê me tê xwarin. Em ji vî welatî bêzar bûne û em dixwazin vegerin welatê xwe."
Keda karkerên Kobanê tê xwarin
Serokê Komaleya Elçî û Kedkarên Ceyhana Edenê Abdulvahap Baysal jî destnîşan kir ku welatiyên Kobanê bi kedek mezintir dixebitin, lê heqê xwe kêm distînin. Baysal da zanîn ku keda karkeran tê xwarin û xwest keda karkeran neyê xwarin'
(oze/mae)