DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Di navbêra ciwanên Zaxo û Cizîrê de maça dostaniye

 
11 Nîsan
17:38 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Tima basketbolê ya Şaredariya Cizîrê û tîma basketbolê ya Zaxoyê di maça dostaniyê de hatin pêşberî hev. Maç 73-54 bi serkeftina tîma basketbolê ya Zaxoyê bi dawî bû.

Li navçeya Cizîra Şirnexê di navbera tîma basketbolê ya Şarederiya Cizîrê û tîma basketbolê ya Zaxoyê de li stada bajêr a Cizîrê ji bo dostaniyê maçek hat lidarxistin. Maça di asta listikvanên temenê wan di bin 18'ê de bi kêfxweşiyeke mezin dest pê kir. Di her 5 beşên maçê de tîma basketbolê ya Zaxo serkeftî derket û tîma basketbolê ya Şarederiya Cizîrê 73-54 têk bir.

Listikvanê Zaxospor Ali Salah (18) destnîşan kir ku ew gelek kêfxweş e ku hatiye Cizîrê û ji Cizîrê gelek hez kiriye. Listikvanê Zaxosporê Derav Eman (19) jî diyar kir ku ew hêvî dikin ku pêşbirkên wiha bidomin da têkiliya ciwanên bakur û başûr bi pêş bikeve. Listikvanê tîma basketbolê ya Şarederiya Cizîrê Furkan Ozmen jî bal kişand ser mebesta maçê û wiha axivi, "Wextê min bihist ku dê ciwanên Zaxo werin pêşberî me ez gelek kêfxweş bûm. Mebesta me neserketina maçê bû. Em ji bo biratî û dostaniyê lîstin".

Piştî maç qediya lîstikvan bi hev re wêne kişandin.

(cno-zf/dd/oî)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN