Polîsan astengkir û leşkeran êrîşkîr
RIHA (DÎHA) - Ciwanên kurd di çarçoveya hamleya "Xwedî derkeve" xwestin ji navenda navçeya Pirsûsê ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinar bi meşin polîs û leşkeran êrîş kir. Ligel êrîşê polîsa û leşkeran ciwan nehatin provakasyonê û daxuyanî dan çapemeniyê.
Ciwanên kurd di çarçoveya hemleya "Xwedî derkeve" ji navenda navçeya Pirsûsê ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve meşek li darxistin. Sedan ciwanên tevlî meşê bûn polîs û leşkeran êrîş kir. Di demê meşê de ciwan destpêkê rastî astengiya polîsan hatin. Ciwanan benda polîsan derbas kir. Ciwanan di heman deme de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê cenazeyê du şervanên YPG'ê ên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê ciwanan bi pankartên "Li serokatî, cangoriyên xwe, li gelê xwe, li Kobanê, ava xwe, axa xwe û enerjiya xwe xwedî derkeve" û alên PKK, KCK, YPG/YPJ'ê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û dest bi meşê kirin. Di meşê de her tim dîrûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedan YPG/YPJ" û "Li xwe xwedî derkevin" hat berzkirin û gelê Pirsûsê jî bi tilîlî û çepikan xwe piştgirî dan ciwanan. Dema ciwan hatin ji derveyî Pirsûsê li ber dibistana Pişeyî û Endustriyê ji hêla polîsan ve hat rawestandin. Ciwan ji vêderê jî bi wesayîtan derbasî gundê Mehserê bûn.
Leşkera êrîş kir
Ciwan li gundê Mehserê hatin cem hev û bi pankart, alan û bi posteran dîsa dest bi meşê kirin. Pêşiya ciwanan vê carê ji derveyî gundê Mehserê rastî benda leşeran hatin. Leşkera destûr nedan ciwan bimeşin û xwestin vegerin gund. Ciwana jî ji derveyî gund daxuyaniya xwe lidarxistin. Dema ciwanan destbi daxuyaniyê kir, leşkera bê hişyarî bi TOMA û ava şid êrîşî ciwanan kir. Li ser êrîşa polîsan jî ciwana bersiv nedan leşkera û ne hatin provakasyonê û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê ciwanan Elîf Yidirim daxuyanî xwend û diyar kir ku hemû ciwanên kurd dê li gelê xwe, li ava, axa û enerjiya xwe xwedî derkevin û wiha got: "Ev hamleya me pêşengiya ciwanan ji bo dijminê me yê li Kurdistanê tên dagirkirin û dixwazin Kurdistanê talan bikin. Em ê hemû polîtîkayên wan yên li ser axa Kurdistanê vale derxin."
‘Em hişmendiya sîstema kapîtalîst qebûl nakin'
Yildirim da zanîn ku xwezaya xwe naxin bin destê dewleta dagirker û wiha domand: "Hişmendiya dewletê her tim xwezayê û jinê dixe bindestan. Em li hemberî zilm û dagirkeriyê 5 hezar sal gelê xwe û civaka xwe diparêzin. Em hişmendiya sîstema kapîtalîst qebûl nakin.Em ê bi hebûna serok, gerîlay, cangorî, civak, axa, avû enerjiya xwe xwedî derkevin."
(msd/oî)