DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Êdî bi AKP'ê re şivantî jî lûks e

 
21 Nîsan
09:16 2015

WAN (DÎHA) - Hin welatiyên Wanê yên betal ên havînê bi şivantiyê derbara xwe dikin diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê sewalkarî êdî ber bi tunevê diçe û ji xwe re kar peyda nakin.

Li Wan hin welatiyên betal ên di demsaliya havînê de bi şivantiyê debara malbata xwe dikin bi hatina biharê ji bo kar peyda bikin li Bazara Şivanan hatin cem hev. Lê ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên 13 salin dimeşîne sewalkarî li ber tunebûnê ye û ji ber vê yêkê êdî şivan jî nikarin ji xwe re kar peyda bikikin. Welatiyên berê ji bo ku berê xwe bidin pez diçûn niha ji ber pez kêm bû êdî bêkar in.

Ji bo kar peyda bikin bi gopalên xwe disekinin

Piştî şerê Iraq û Suriyeyê paneberên hatin bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi cih bûn û weke hêz kar a erzan tê bikaranîn jî sedemekî din a şivan ji xwe re kar peyda nekin e. Berê şivanan mehê 3 hezar TL. pere digirtin lê piştî hêza kar a erzan zêde bû ev yêk heya hezar TL. ket û ligel vê yêk dîsa jî kar peyda nakin. Gelek welatiyên ji Edene û Mêrsînê ji bo şivantiyê bikin hatin Wanê hene û niha şivanên Wanî jî ji xwe re kar peyda nakin.

Welatiyên serê sibê tên Bazar Şivanan ji bo kar peyda bikin neçar in heya êvarê li wir bisekinin. Welatiyê bi navê Xazî Yîgît ê ku li Bazara Şivanan li benda kar disekîne diyar kir ku ji ber sewalkarî xilas bûye êdî karê şivantiyê jî peyda nake.

'Bi desthilatdariya Erdogan çandînî û sewalkarî xilas bû'

Yîgît anî ziman ku piranî ji metropolan tên û bi rojan di otelan de dimînin û ji ber vê yêkê mexdur dibin û wiha got: "Ligel em li vir kar peyda nakin, gelek lêçûnên me çêdibin. Gelek kes kar peyda nake û vedigerin. Ji ber ku em tu karên din nizanin û pişeyekî me tuneye em vî karî dikin. Hûn dibînin em neçar in û li vir li benda kar in. Bi desthilatdariya Erdogan li gund û bajaran çandînî û sewalkarî xilas bû. Berê gelek rihet me kar peyda dikir. Pez gelek bû. Niha welatiyên berê xwe bidin pez gel in. Li Wan bi hezaran welatî ji bo derbara xwe bikin şivantiyê dikin niha bi hezaran welatî bêkar û betal in."

'Em nan zik şivantiyê dikin'

Welatiyê bi navê Hakan Karataş diyar kir ku her sal şivantî dikir lê tu caran ewqas mexdur nebûye û wiha got: "Buhayê pez gelek kêmbûye. Karsaz şuna pere pez didin me. Ji ber vê yêkê şivantî erzandibe. 6 mehan em li hemû navçeyên Wanê şivantiyê dikin. Em nan zik şivantiyê dikin. Polîtîkayên hikûmetê sewalkarî xilas kir. Ji ber vê yêkê şivantî jî xilas bû."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN