Esnafên Dêrsimê: Kî pêşeroja xwe difikire dengên xwe bidin HDP'ê
DÊRSIM (DÎHA) - Esnafên Dêrsimê der barê xebatên hilbijrtinê yên HDP'ê de nêrînên xwe anîn ziman. Esnafan diyar kirin ku HDP dê azadî, aştî û demokrasiyê bîne vî welatî û ji bo ev yek pêk were divê her kes dengê bide HDP'ê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara "Jiyana Nû" li Tirkiye û Kurdistanê xebatên xwe yên hilbijartinê berdevam dike. Namzetên HDP'ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn li Dêrsimê kolan bi kolan digerin û xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşînin. Namzetên HDP'ê li cihê ku diçinê rastî eleqeyek mezin tên. Esnafên Dêrsim piştgirî dan HDP'ê û der barê hilbijartina 7'ê hezîranê de nêrînên xwe ji ajansa me re vegotin.
'Em bi HDP'ê re li meclîsê de dengek mezin pêk bînin'
Esnafa bi navê Eylem Bozkurt diyar kir ku ew ê di 7'ê hezîranê de piştgirî bide HDP'ê û got ku her dengek ji HDP'ê re biçe ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelekî girîng e. Bozkurt destnîşan kir ku kesên ku diçin ser sindoqan divê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û wiha got: "Em jin bi salan e bindest in. Wekî ku karê jinan tenê karê malê bike tê nîşandan. Em ê bi dengekî mezin HDP'ê bişînin meclîsê. HDP pirsgirêka hemû franksiyonan wê bibe meclîsê û çareser bike. Ji bo vê jî divê herkes dengê xwe bide HDP'ê."
'Alîkariya Xizirli cem Selahattîn be'
Esnafabi navê Leyla Ataç jî destnîşan kir ku bi salan e li vî welatî behsa aştî û demokrasî tê kirin û got ku HDP temînata vê yekê ye. Ataç anî ziman ku HDP dengê hemû gelan e û wihag ot: " Em wekî esnafên Dêrsimê li gel Selahattîn Demîrtaş in. Duayen me jê re ye. Xizir alîkarê wî be. Elewî bi salan e wekî tune tên dîtin û ev feraset bi HDP'ê re ji holê rabûye. Werin em bi hev re partiya xwe bişînin meclîsê. Êdî bi rengê xwe, zimanê xwe, baweriya xwe û çanda xwe li meclîsê bin."
'HDP serhildana gelan a li hemberî desthilatdaran e'
Esnafa bi navê Nadîde Dogmaz jî bilêv kir ku pêşeroja azad bi HDP'ê re geş dibe û ev tişt anî ziman: "Kesên ku aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin roja 7'ê hezîranê ji bo HDP'ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê. HDP bûye hêviya hemû gelên Tirkiyeyê. HDP di serî de pirsgirêka kurd û hemû bindest û mazlûman çareser bike. Serhildana gelan a li hemberî desthilatdaran e. Kî pêşeroja xwe difikire divê dengê xwe bidin HDP'ê. Ya na dawiya Tirkiyeyê tarî bibe."
'HDP partiya gelan e'
Esnaf Metîn Ozer jî hestên xwe wiha anî ziman: "Em li cem gelan e. Gel kî ye? Gel HDP ye. Divê hemû kes dengê xwe bide HDP'ê."
(bk-sza/wk)