Alîgirên Yenî Diyarbakirsporê ji bo takimê xwe meşiyan
AMED (DÎHA) - Welatiyên Amedê ji bo piştgiriyê bidin Yenî Diyarbakirspor di 3'yemîn Lîga Spora Totoyê de dilîze meşek girseyî li dar xist.
Yenî Diyarbakirspor di 3'yemîn Lîga Spora Totoyê de dilîze di lîstika xwe ya Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê 1-1 wek hev man. Yenî Diyarbakirspor li stadyuma Ataturkê bi Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê hatin beramberî hev û heta dawiya maçê 1-0 li pêş bû. Hakemê maçê di deqeya dawî ya maçê de penalti da Denîzlîsporê û bi gola ji penaltiyê bûn 1-1. Alîgirên Diyarbakirsporê bertek nîşanî biryara hakem dan û daketin sahê û ji ber vê yekê maç hat betalkirin.
Aligarên Diyarbakirsporê ji bo piştgiriyê bidin takimê xwe li ber KCD'ê kom bûn û heta ber avahiya Şaxa Fedarasyona Tirkiyeyê ya Amedê meşiyan. Di meşê de pankarta "Em ji bo vî bajarî bûn Rohanî " hat vekirin. Serokê Komaleya Alîgarên Diyarbakirsporê Ramazan Tugay li ber avahiya federasyonê daxuyanî xwend. Tugay diyar kir kuew pişgiriyê didin biryara paşvekişandina Diyarbakirsporê û wiha got: "Em bang hemê profesyonel û hewesdarê herêma xwe dikin û dibêjin ku di vê doza me de werin ligel me cih bigrin. Li virneheqî tenê li me nehatiye kirin. Di heman demê de li hemû dezgehên sporê yên li herêma me hatiye kirin. Werin em van lîstîkên qirêj û van bendên li hemberî pêşketina me hatine danîn bi têkoşîna xwe vala derxin."
(byt/wk)