DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Ji karsazên Amedê banga baldariyê

28 Gulan
11:45 2015

AMED (DÎHA) - Karsazên Amedê têkildarî pêvajoya hilbijartinê de banga bihestiyarê kirin.

Li Amedê 16 rêxistinên karsazan ên di nav de DTSO, GUNSÎAD, DESOB jî heye yên Amedê têkildarî pêvajoya hilbijartinê de li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê yê Amedê Celalettîn Bîrtane daxuyaniya hevpar xwend. Bîrtane diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê li welat aramî û aştî pêk dihat û berî hilbijartina 7'ê hezîranê li şuna vê yêkê siyaseta rageşî pêk tê û wiha got: "Di demên dawî êrîşên li hemberî bûroyên hilbijartinê bi armanca rageşiyê zêde bikin pêk tên."

Bîrtane anî ziman ku beriya hilbijartinê rageşiya li welat zêde bû wan bifikar dike û wiha axivî: "Em weke karsazên Amedê bang li hemû siyasetmedaran dikin ji rageşiyên pêvajoya çareseriyê, demokrasî û yekîtiya gelan nakin dur rawestin û bi baldar û bi berpirsiyar tevbigerin dikin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN