Polîtîkayên AKP’ê çandinî û sewalkarî têk bir
ENQERE (DÎHA) – Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên çandinî û sewalkariyê coktar gelekî mexdûr bûne û hatine asta îflasê. Cotkar nikarin krediyên kuj i bankayan digirin bidin. Berhemên xwe erzan difiroşin. Coktaran diyar kirin ku çandinî û sewalkarî “bêpolîtîkabûna” AKP’ê têk bir.
Polîtîkayên AKP yên sewalkarî û cotkariyê cotkar hatine asta îflaskirinê. Welatiyên kul i gundê Rutan a navçeya Polatli ya Enqereyê dijîn bi salan in çandinî û sewalkariyê dikin diyar kirin ku ew jî êdî nikarin debara xwe bikin polîtîkayên AKP’ê cotkar anîyeber îflasê.
Welatiyê bi navê Taner Kalkan (42) ê li gund dijî û ji naçeya Wêranşarê ya Rihayê beriya 150-200 salan koçber bûne û hatine vir diyar kir ku tekana çavkaniya debara wan sewalkarî û çandinî ye lê ji ber polîtîkayên AKP’ê hatiye asta tunebûne. Kalkan got ku Saziya Masî û Goşt hatiye girtin û nikarin sewalên xwe bifiroşin ji ber vê yekê jî pir erzar didin sektora taybet. Kalkan wiha got: “Berê 150 pezê min hebû niha 85 mane. Tişta ku AKP’ê kir ya herî baş em deyndar kirine. Bankayan pez bi krediyê 750 TL da me. Me xwedî kir niha jî em nikarin bi 450 TL î bifiroşin. AKP j ime 18 TL pereyê guharê digire, 36 TL pereyê derzî digire. Yê ku zirarî deke em in. Tiştên ku AKP dike ev in.”
Kalkan got kul i gundê wan ji ber polîtîkayên AKP’ê tenê 28 mal mane ku berê gundê wan 600 mal bûye. Kalkan diyar kir ku AKP piştgiriyê nade çandiniyê û nikarin tiştên ku diçînin bifiroşin, van pirsgirêkan hemû gundî dijîn, ji ber vê yekê welatî koç dikin lê ew ji bo ku neçin li ber xwe didin.
Welatiyê bi navê Muhterem Şahînoglu (51) jîg ot ku êdî mirov nikare bi sewalkarî û çandiniyê ve debara xwe bikin. Şahîngolu destnîşan kir ku bi qanûna şaredariya bajarê mezin ve gundê wan bûye tax bêyî destura şaredariyê nikarin sewalan bikirin û xwerî bikin. Şahînoglu bilêv kir kul i Tirkiyeyê cotkarî tuneye, hilberîn tuneye, piştgirî tuneye ji ber polîtîkayên AKP’ê tekane çavkaniya debara wan tune bûye.
Her tişt buha ye
Endezyarê Zîreatê Îbrahîm Dogan jî diyar ku li Tirkiyeyê çandinê hatiye asta tunebûnê û gel bi krediyan deyndar dibe her coktar nêzî 70-80 hezar TL deyndar e tiştekî nikarin qezenc bikin, tiştên ku diçînin pir erzan difiroşin. Dogan got ku hikûmet piştgiriyê nake cotkaran û ji ber vê yekê jî coktar mexdûr dibin.
‘Ji bo çandinî û sewalkariyê tişta ku AKP bike ew ku divê biçe’
Dogan ji bo çareseriyê jî anî ziman ku ew ji AKP’ê tiştekî naxwazin ji ber ku ji partiyeke ku heta niha tişten nekirine bendewarî şaş e. Dogan got ku tişta ku AKP ji bo çandinî û sawelkariyê bike ew e ku divê biçe, heta niha Emhdî Eker her tişt ji bo alîgirên xwe kiriye ji bilî vê yekê tiştek nekiriye.
(sa)