Li Kurdistanê demsala palehiya genim hat!
AMED (DÎHA) – Li Kurdistanê cotkarên ku genim çandine dest bi palehiyê kirin û zeviyên xwe diçinin. Hilberîner ji ber ku îsal baran barî piranî kêfxweş in lê ji ber lêçûnên zêde û pêkanînên DEDAŞ’ê jî bi gazinc in.
Gelek cotkarên bajarên Tirkiyê û Kurdistanê ji ber rewşa hewayê îsal kêfxweş bûn, lê ji hêlekê din ve gelek çandiniyên cotkaran ji ber qeşa û barana zêde talan bûn. Erdên ku ji ber qeşa û barana zede filitîn çinîn ên wan li gelek deveran hatin kirin. Lê gelek cotkar ji ber bihabuna gûbre, mazot û nebûna ceyranê bi hezaran dilom erdên xwe beyar hişt. Bi polîtiqayên hikumeta AKP'ê di 10 salên dawî de ji 26,7 milyon hektar erdê çandinî daket 23,9'an. Li vê dere 2.8 milyon hektar erde çandiniyê ji ava û avahiyan re hat vekirin. Di 2005'an de ji hemberî hikûmeta AKP'ê, zagona 'bikaranîna erdan û parastina axê' hat derxistin lê ev yek pêşiya hejmara erdê ku tên çandin kêm bibe negirt û erdê çandiniyê de di 10 salên dawî de 3 hezar hektar kêm bû. Tevlî hemû rewşan li Kurdistanê û Tirkiyeyê çandini hatin çinîn. Li herema Amedê cotkaran hîn bêhtir genim çandin. Her wiha bi barana zêde li gelek deveran adanî zêde bûye û ev yek her çiqas kêm jî pêşiya avdana zêde girt. Li herema Amedê cotkaran hîn bêhtir genim çandine. Li gelek deveran di nava salê de carekê tene zad tê çandin û li gelek deverên ku cotkaran pergala avdaniyê bi derfetê xwe avakirine piştî çinîna genim, garis, pembo û tûtin tê çandin. Li herema Amedê cotkaran dest bi palehiya genim kirin dê pembo, tûtin û garis bê çandin.
'Baranê bandorek baş li ser genim kir'
Cotkarê li gundê Sîrim a bi ser navçeya Peyas a Amedê Nedîm Bozkaya yê (27) diyar kir ku barana îsal bariye ji bo genim fêdeya xwe baş bûye lê ji bo kayê pir baş bûye û wiha axivî: "Bandora barana zêde li ser zad gelek tûnne. Wekî hêvî dihat kirin baranê fêde li ser zad nekir. Bi baranê genim qam da û tenê ji bo kayê pir baş bu. Di demên bihûrî de li vê derê nîsk pir dihat çandin lê ji ber zuhayî disalên dawî de pêk hatêdî hew nîsk tê çandin li şûna wê genim û ceh tê çandin."
Zirarê dikin
Bozkaya destnişan kir ku di kirîn û firoştina zad de zirarê dibinin û wiha got: "Dema ku em ji bo tov genim distînin em bi 1 TL'î dikirîn û bi 0.72 TL'î difiroşin. Bi vî rengî zad heqê kirine dernaxîne û serê kîloyê 0,25 TL zerar dike. Di destêmin de 120 donim erd heye. Eger ku zad baş neyê ez ê zirarê bikim. Li herêma me ji ber av kêm e zadên avî nayên çandin ji ber wê em salekê genim û salekê ji ceh çandin. Sala bê ez ê ceh biçînim. Îsal rojî ket nava dema çinînê û ji ber vê yekê em zehmetiyê dikişinin lê em rojî digirin."
‘Em heqdestê xwe nagirin’
Cotkarê li gundê Gozelê ya navçeya Peyasa Amedê M.Şîrîn Dogru (45) da zanîn ku bi hatina barana zêde avdaniya zad jî zêde ye û wiha got: "Ji ber baranê îsal genim, ceh û nîsk baş bû." Dogru eşkera kir ku ji ber buhayên hewcedariya cot ew pir zehmetiyan dikişinin û wiha got: "Tiştê ku em jê gilîdarin bihabûna gûbre, mazot û dermanên din e. Ji ber ku gûbre buha ye em nikarin erde xwe gûbre bikin. Her wiha lîtreya mazotê 4 TL derbaskiriye û ji ber van em di kar û xebatên cotkariyê de pirsgirêkan dijîn. Ev hemî ne besin di dema firoştinê de em mafên xwe nagirin.
'Piştgiriya dewletê bi cotkaran re kêm e’
Dogru der birî kir di nava kirin û firotin azad te wekheviyek tuneye û wiha got: "Em genimên xwe didin elafan û ewjî li benda fiyetê kirîna dewletê disekinin û divê deme de em pirsgirêkan dijîn. Cotkarên dewlemen ji piştgiriya dewletê fêdê digirin. Lê ji hêlekê din ve cotkarên biçûk ji piştgiriyê kêm piştgiriyê distînin. Tevlî van hemiyan em zadê xwe di nava gelek zehmetiyan de radikin. Ji xwe di meha Remezanê de jî divê em kar bikin. Lê ji ber rojî bu em nikarin biçin ser erd bixebitin."
'DEDAŞ'ê neheqî li min kir'
Cotkarê bi navê Şeyhmus Turan (59) jî bi lêv kir ku barana ku hatiye bandorek baş li ser zad kiriye û avdaniya zad zêde bûye. Turan desnişan kir ku DEDAŞ'ê neheqî lê kiriye û wiha got: "Sala çûyî ji min re wekî erdê min lê garis hatiyi çandin û bi ceyranê hatiyi avdan cezayek pereyî hat. Mi garis neçandibû ava erdê cîranên min bi ser erdê min de hatibu û ji ber vê tevlî ku min çandinî nekiribu ji min re cezaya pereyî nivîsandibûn. Li ser vê yekê ez çûm Odeya Zîraetê û mi daxwaznameyek nivîsand û piştre şaşî hat rastkirin."
(ua/sa)