DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Tarz û huner dendikê Amedê li Cîhanê belav dike

 
30 Hezîran
09:05 2015

AMED (DÎHA) - Dendikfiroşê bi navê A. Kadîr Alkoyun bi huner û tarza xwe ya qelandina dendikên zebeşên Amedê, dendikên Amedê li hemû parzemîna Amerîka, Avrupa û tevahiya Tirkiyeyê belav dike.

Bajarê Amedê, bi birc û beden, avahîsazî û baxçe, çemê Dîcle û Zebeşên xwe yên xweser tê nasîn. Lê herî zêde Zebeşên Amedê wekî nasnameya Amedê derdikeve pêş. Zebeşên Amedê bi taybet tên mezinkirin û di dawiya meha tebaxê de derdikeve ser dezgehan. Zebeşê Amedê bi tam, mezinbun û rengê xwe bala hemû welatên cîhanê dikişîne ser xwe. Ligel Zebeşên Amedê, dendikên zebeşên Amedê jî ji bo gelek welatiyan dibe çavkaniya debarê. Yek ji van beşekaran A. Kadîr Alkoyun yê li kolana Fatîh a taxa Muradiye ya navçeya Rezana Amedê 30 salan dendikan difiroşe ye. Dendikfiroş A.Kadir Alpkoyun, bi huner û tarza xwe ya çêkirina dendikan dendikên zebeşê Amedê li hemû perên cîhanê belav dike û difiroşe. Alkoyun ku 30 salin dendikan çêdike, bi tarz û hunera qelandina dendikên zebeşên Amedê, dendikên zebeşan gîhandiye parzemîna Amerîka, Avrupa û tevahiya Tirkiyeyê.

'Kesekî carekê bixwe dibe tiryak'

Alkoyun daxuyand ku 35 salin li Amedê dijî û 30 salin karê çêkirina dendikê zebeşan dike. Alkoyun, ani ziman ku 10 salan di hûndirê maşîneyê de dendik firot û zêdeyî 20 salin li dikkanê dendikan çêdike û difiroşe. Alkoyun, da zanîn ku bi huner û tarzek taybet dendikan çêdike û wiha got: "Kesekî ku carekê dendikê min dikire êdî dibe tiryakê van dendikan. Her tim tê dendikan ji min dikire."

'Mişteriyê min li gelek welat û bajaran hene'

Alkoyun destnîşan kir ku ji ber bi tarz û hunerek taybet dendikan çêdike dendikan difiroşe gelek bajarên Tirkiye, Ewropa, Amerîka û gelek welatên din û wiha got: "Ez rojê li dora 60-70 kîlo dendik çêdikim û difiroşim. Ez 7 saetan di nav avê de dikelînim. Piştre 3 saetan diqelînim. Dîsa di gelek pêvajoyên din re derbas dikim. Ez 10 saetan çêdikim, lê di saetekê de difiroşim."

'Muşterî dikevin dorê'

Alkoyun destnîşan kir ku di mehê zivistanê de nikare bi qasî pêdiviyên muşteriyan çêbike û wiha berdewam kir: "Ez rojê 2 çewalan ango 120-130 kîlo çêdikim. Muşteriyên min beriya ku ez dikanê vekim li ber derî rêz dibin. Li benda min dimînin. Gelek caran hin muşterî bi rojan dikevin dorê da ku dendikan bikirin. Lê gelek caran dor nayê wan û dendik xelas dibin. Gel dixwaze bi riya telefonê sîparîşan bide. Lê ji ber muşterî zêde ne ez pêre nagînim. Ji ber vê min telefona xwe girt. Ez êdî bi riya telefonê dendikan nafiroşim."

'Muşteriyên min ê 30 salan hene'

Alkoyun daxuyand ku ji ber meha Remezanê kar piçekî kême û wiha pê de çû: "Li hember hemî rewşan cardin gelek muşteriyên min hene. Muşteriyên ku tên ji ber meha remezanê herî kêm 2 kiloyan dikirin. Muşteriyên min ê 30 salan hene. Ji ber ku dendikên min xweştirin, hemû tiryakên dendikan berê xwe didin min. Dema ku girse pir be ez ji kîloyekî zêdetir nadim tu kesan. Lê dema ku kêm be ez heta 2 kîloyan didim."

'Ez vî karî ji bo pera nakim'

Alkoyun da zanîn ku di çêkirina hemî qonaxên dendikan de ji bilî wî kes destê xwe nade dendikan û wiha axivî: "Ji ber ku karê çêkirina dendikan karekî giran e min ev kar fêrî zarokên xwe nekir. Ji ber vî karî gelek nexweşî bi min re çê bûn. Ez vî karî tenê ji bo debarê dikim. Dema muşteriyên min ji dendikên min kêfxweş dimînin, ez jî kêfxweş dibim û westandina min diçe. Kêfxweşiya muşteriyan kêfxweşiya min e."

Alkoyun, destnîşan kir ku di nava muşteriyên wî de ji hemû cure, çîn û beşê civakê hene û wiha berdewam kir: "Dema kesên ku di operasyonên KCK'ê de hatin girtin mirovên wan gelek caran dendikên min ji wan re şandin girtîgehê. Kesê ku carekê dendikê min dixwe carekê din dixwaze bixwe û dibe tiryak. Ji ber vê yekê ez di firotinê de pêre nagihînim."

'Ez van dendikan dişînim Stenbolê'

Muşteriyê bi navê Îbrahîm Acu yê 32 salî jî eşkere kir ku ew bi salan e dendikê Alkoyun bi kêfxweşî dikire û wiha got: "Ez ji bo dendikan ji Peyasê hatim vir. Tiştê ku ez zanim ev dendik li tevahiya Tirkiyeyê belav buye. Hemû kes dixwe û hemû kes ji wan kêfxweşin. Ezê niha 3 kîlo dendik bikirim û bişînim Stebolê. Ji Stenbolê dendikê Alkoyun ji min xwestin û ez jî dê bişînim."

(ua/mae)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN