DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Amedspor kongreya xwe ye awerte li dar xist

 
7 Tîrmeh
14:56 2015

AMED (DÎHA) - Amedspor a Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê Kongreya Xwe ye Awerte li dar xist. Nûnerê Amedsporê Soran Haldî Mizrak berê ji bo navê Amedsporê serê li TFF'ê dabûn lê bi hinceta navê tîmekî amator Amedspor bû ev yek qebûl nekirin. Mizrak anî ziman ku ew dê ji bo navê Amed S.K. serî li federasyonê bikin.

Amedspor a Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê Kongreya Xwe ye Awerte li Salona Sînemeyê ya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Kongere bi tevlîbû Hevserokên Amedsporê û nûnerên Amedsporê pêk hat. Kongre bi rêz girtinê dest pê kir.

Piştî hilbijartina diwanê Hevserokê Amedsporê Îhsan Avci axivî û spasiyên xwe li hemû kesên di rojên dijwar de piştevaniya wan kirin kir û wiha got: "Niha li Tirkiyê 126 kulubê profyesonel hene. Ji van kulubên ji sedî 80'ê A.Ş ne. Spor ji bo me amûrek nîn e. Me tima xwe bi rexneyan û ber bi serkeftinê ve bir. Ez weke hevserokê Amedsporê rexnedayîna xwe didim. Ji dîroka avakirina kulubê heya niha em her tim bi kesên berxwedêr re xebitîne û bi saya wan em hatine heya vê merheleyê. Ez li ser navê hemû rêveberiya kulubê spasiyê li hemû kesên bi me re xebitîn û piştevaniya me kirin dikim."

Nûnerê Amedsporê Soran Haldî Mizrak jî têkildarî navê Amedsporê de hin agahî dan. Mizrak anî ziman ku berê ji bo navê Amedsporê serê li TFF'ê dan lê nav nehat qebûlkirin û wiha axivî: "Em berê ji bo navê Amedsporê û logo yê Amedsporê serê li TFF'ê dabûn. Lê TFF'ê nav bi hinceta berê navê tîmekî amator ê Amedsporê hebûye qebûl nekir." Mizrak bilev kir ku lê hin rayedarên Federasyonê bi devkî dikarin navê Kulubê Xebatên Sportîfa Amedê (Amed S.K) qebul bikin û wiha got: "Em dê niha bi navê Amed S.K serê li Fedarasyonê bidin. Li meha tabaxê de fîkstur dê bê kişandin. Em dixwazin bi navê Amedspor bikev lîgê.Ji bo vê jî em dê bi navê Amed S.K serê lî fedarasyonê bidin."

Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat.

Di encama hilbijartinê de Alî Karakaş, Nururllah Edemen, Suleyman Gokalp, Servet Erol, Abdullah Sevînç, Nesîh Aktepe, Adnan Zengin, Soran Haldî Mizrak, Kahraman Papatya, Ekrem Yeşîl, Emrullah Gubruz, Dîlan Yumlu, Seda Can, Besra Ekîncî û Şîvezat İşik Zorlu ji rêveberiyê re hatin hilbijartin.

Rêveberî piştî demek şunda dê di civîna de hevserokên kulubê hilbêjêre.

(rd-aö/bd)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN