Hilberînêrên 'zêrên spî' di nav zehmetiyê de ne
EDENE (DÎHA) - Pembûya ku wekî 'zêra spî' ya herêma Çukurova yê tê binavkirin, dest bi hesada wê hat kirin. Lê ji ber ku buhayê mazot, zibil û derman buha bûye, êdî wekî berê pembû pere nake û hilberîner ji vê rewşê nerehetin. Hilberîner dan zanîn ku ew nikarin lêçûnên xwe jî pêşwazî bikin.
Li herêma Çukurovayê ku ji sedî 10 pêwistiya pembûya Tirkiyeyê tê pêşwazîkirin dest bi hesada pembûya ku wekî 'zêra spî' tê binavkirin hat kirin. Pembûya ku ji tekstîlê û heta gelek qadên din tê bikaranîn, berê ku hilberîna herî girîng bû ev tablo di salên dawî de hat guhertin. Sedema vê yekê jî polîtîkayên çandiniyê ku hilberîneran aniye asta îflasê.
Ji ber ku buhayê mazot, zibil û derman buhaye hilberîner rojên zehmet dijîn û wekî berê jî ji pembû qezenc nakin. Ji ber ku prîmên teşvîkririnê kêm e hilberîner nikarin mesrefa xwe jî pêşwazî bikin û dan zanîn ku ger teşvîka ku pêwist bike neyê kirin dê erdên wan bikevin destên sermayeyên biyanî.
'Di salên dawî de hilberîneriya pembû ji 65 kêm bûye
Welatiyê bi navê Hasan Aslan ku li navçeya Karataş a Edeneyê hilberîneriya pembû dike diyar kir ku li herêmê di van salên dawî de ji sedî 65 hilberîneriya pembû kêm bûye.
'Em hatine asta îflasê'
Hilberînêrê pembû Alî Halîl jî got ku ji ber polîtîkayên AKP'ê yên çandiniyê ew hatine asta îflasê û got ji bo pêşketina cotkariyê divê prîmên teşvîkirinê zêde bibe.
(go)