Dê fatureya hilbijartina pêşwext gel bide
DENÎZ NAZLIM
ENQERE (DÎHA) -Serokomar Receb Erdogan ku di hilbijartinên 7'ê hezîranê de nebû "Serokdewlet" dê faturaya planên hilbijartinê pêşwext ji gel bibirîne. Hinek çavkanî lêçûnên hilbijartinê 2 mîlyon û nîv hesab dikin, gelek aborînas jî di hilbijartinên pêşwext de lêçûnên ku pêk bên dibêjin dê faturaya wê 30 mîlyon TL be. Aborînas Mustafa Sonmez anî ziman ku dê maliyeta hilbijartinên pêşwext bandorek neyînî li ser gel bike û wiha got: "Ji ber ferzkirina hilbijartinê yê AKP'ê, dolar zêde bû, dê karkeran ji derxistina kar zêde bibin. Mûçeyên kar dakeve, bi mezinbûna pêşerojêre dahûtiya netewî kêm bibe.
Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji bo planên xwe yên "Serokdewletiyê" piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê konsepta şer xist dewrê û yek ji parçeyê vê planê ji ku hilbijratina pêşwexte gav bi gav nêz dibe, maliyeta vê hilbijartinê bû mijara nîqaşê. Aborînas der barê maliyeya hilbijartinê de ku bûn di beş nêrînên xwe anîn ziman. Tê xuyakirin ku maliyeta hilbijartina pêşwext nêzî 30 mîlyon TL ye.
Maliyeta hilbijartinên pêşwext ku bi mûçeyên gel YSK butçe veqetandiye, tê de alîkariya hezîneyê ku ji partiyan re bê dayîn û lêçûnên namzedên parlementeriyê cih digire. YSK di sala 2014'an de 800'ê mîlyon TL veqetan. Di hilbijartinên Serokomariyê de ku ji YSK'ayê re 70'ê mîlyon TL hat veqetandin ji bo îsal jî nêzî 450 mîlyon TL butçe hat veqetandin. Dema hilbijartin tune be jî ji YSK'ê re nêzî 70-80'ê mîlyon TL butçe tê veqetandin. Dema rekamên heyî ku bigirin berçavan, tê xuyakirin ku di hilbijartinên pêşwext de dê nêzî 400 mîlyon pere aktarimê YSK'ê bikin.
Li gel vê yekê alîkariya hezîneyê ku ji partiyê siyasî re bê dayîn de jî maliyetek pir cidî xuya dike. Partiyên ku bendê derbas kirin dê li gorî rêjeya dengê wan pere bê parvekirin û alîkariya ku bê kirin dê 350'î mîlyon TL derbas bike.
Hilbijartinên girîng û xetereyên ku dê pê re bên
Aborînas Mustafa Sonmez ku der barê mijarê de ji DÎHA'yê re nirxandinan kir û anî ziman ku nîqaşên li ser butçeya ji YSK'ê re tê veqetandin û alîkariyên hezîneyê yên ji partiyan re yên wekî maliyeta sindoqan di nava butçeya civaka Tirkiyeyê de tu sûda wê nîn e, ya esas ew e ku di asta makroyê de ku daxwaziya hilbijardina pêşwext tê kirin, maliyeta ku bê girîng e.
'AKP ku hilbijartinên pêşwext li ser gel ferz dike dê bedelên giranbûha bi gel bide dayîn'
Sonmez anî ziman ku nediyarbûna siyasî ya heyî û pêvajoya şer razemeniyan daye sekinandin û wiha got: "Ev yek jî bû sedema ku bêkarî zêde bibe. Li gorî daxuyaniyên TUÎK'ê ya dawî nêzî 3 mîlyon bêkar hene. Yên biyanî ji welat direvin. Dema biyanî diçin dovîz zêde dibe. Bi zêdebûna duvîzê dolar zêde dibe. Karê bi dolarê jî tên kirin maliyetê zêde dike. Ev jî wekî enflasyonê bandorê li ser berxwiran dike. Ev maliyet ji maliyetên sindoqan zêdetir e. Rejîma AKP'ê ya ku rê ji vê yekê re vedike bedelên giranbûha bi gel dide dayîn."
Sonmez herî dawî diyar kir ku di dema hilbijartinê de reformên bastûrî ku nayên kirin û ji bo razemeniyê ku teşfîk nayên kirin, bandorê li ser mezinbûna aboriyê jî dike.
(go)