Temellî: Krîza siyasî bandorê li ser krîza aborî kir
STENBOL (DÎHA) -Tirkiye bi awayekî lez ber bi krîza aborî ve diçe. Parlementerê HDP'ê û di heman demê de jî aborînas Sezaî Temellî anî ziman ku qadên siyasî, îktîsadî û yên civakî be hev re girêdayiye. Temellî da zanîn ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê krîza siyasî ku li Tirkiyeyê derket holê krîzek mezeloq e û bandorê li ser krîza aborî jî dike û wiha got: "Nîşaneya vê yekê jî ku her kes jî hîs dike dovîz e. Di enflasyonê de bilindbûn, bûhabûna jiyanê, hêza stendinê daketin. Vana hemû bandor in."
Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve krîza siyasî kûr dibe û berdewam dike. Ji aliyê din ve jî nîşaneyên aboriyê her roj xirabtir dibe. Di sala 1001'an de ku bandorên vê krîzê bi dawî nebû, AKP a ku hat îktîdarê soza dê krîzê bi dawî bikin da, bi fonên derve heta sala 2008'an asta aboriya Tirkiyeyê tenê di astekî de hîşt. Piştî ku nameya çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza sala 2013'an de hat xwendin agirbest hat îlankirin û xerckirinên Tirkiyeyê ya ji bo şer pêk hehat û ev yek jî ji bo Tirkiyeyê bû wekî derman. Bi vê pêvajoyê re ji aliyê bankayên navneteweyî ve puanên kredî zêde bûn û komên sermaye jî razemeniyên li Tirkiyeyê zêde kirin.
Lê piştî demekî şûn ve bankayên navneteweyî têkliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê ve girtin ber çavan û puanên xwe yên kredî yên Tirkiyeyê kêm kirin û komên serma ye jî li Tirkiyeyê di razemeniyê de diltirsî man. Polîtîkayên derva yên Tirkiyeyê ku her tim di nava çelqînê de ye, aboriya Tirkiyeyê ku roj ber bi xirabûnê ve diçe, welat bi krîzek mezin re rûbirû hîşt. Ji aliyekî ve TL bi awayekî lez winda kir, li gel vê yekê jî dolar 3 û EWRO di derdora 3 TL yê de ne. Krêza ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê dest pê kir. Ku tê îdiakirin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve pereyên reş dixin welat jî hat astengkirin.
Parlementerê HDP'ê û aborînas Sezaî Temellî krîza aborî ya ku Tirkiye tê de ye, çavkaniyên krîzê û bandorên nirxand.
Temellî anî ziman ku li welatekî qada îktîsat, siyasî û civakî bi hev re girêdayî ye û negengaze ku ji miroav bêje bandorê li hev nakin. Temellî da zanîn ku dema li ser aboriya vî welatî dahurandin tên kirin van hersî qadan ji hev cûda tên destgirtkin û wiha got: "Lê di jiyanê de ji hev cûda neyê girtin. Dema di qada siyasî de krîz tunebin, di qada îktîsadê de dema pirsgirêkên aborî çêbibin mirov dikare çareser bike. Piştî krîza cîhanê ya sala 2008'an îktîsada cîhanê negatîf e. Bandorê li ser Tirkiyeyê jî dike. Bi taybetî jî di serdema bêçalakiyê de, ji Newroza sala 2013'an ve muzakereya ku hat destpêkirin, şemûkek pir girîng tê dîtin. Piştî vê pêvajoyê şûn ve jî hewaya siyasî bi her awayî bi aweyekî erênî pêşketinek nîşan da. Ev yek bandorê li ser qada îktîsadê jî kir."
'Krîza siyasî bandorê li ser krîza aborî jî kir'
Temellî da xuyakirin ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê krîza siyasî ku wekî krîza mezeloq jî tê zanîn bandorê li ser krîza aborî jî kir û wiha dom kir: "Niha di civakê de krîzek siyasî derket holê. Civak jî ket pêvajoyek şer, piştî ku şertên şer derketin holê krîza îktîsadî zêdetir beloq bû, zêdetir hat hîskirin û zêdetir bi awayekî tund xwe nîşan da. Tirkiye îro bi awayekî vekirî krîzek aborîdijî."
'Di şer de israrkirin krîza aborî derdixe holê'
Temellî da zanîn ku pirsgirêkên civakê yên herî girîng li cihê ku bê çareserkirin çavkanî ji şer re tê hebakirin û wiha pêda çû: "Hesapkirinên wî di bingeha xwe de pir hêstan e. Sortîsa balafirek çend lîraye dema li ser rekamên wî hesabek bê kirin, bê zanîn ku maliyeta şer çiqase. Ji ber wê jî hesapkirina wî pir hêstan e."
'Ger krîz tunebe wê demê bila bankayên navendî mudaxale nekin'
Temellî diyar kir ku Tirkiye ber bi krîzek aborî ve diçe û hemû tişt jî ev yek nîşan didin û wiha bi lêv kir: "Pozîsyona bankaya navendî ya li ser saziyên Dovîzê bê nêrtin dê bê fêmkirin ku li bendê bu Bankaya Navendî faîzê zêd bike, lê bi çewisandina faîzê, dê piştî hilbijartina pêşwext berdêla wê çiqas giran be bê dîtin."
'Ger aştî pêk bê dê pirsgirêka aborî çareser bibe
Temellî diyar kir ku li Tirkiyeyê aştiyek ku pêk bê jî pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyeyê bê çareserkirin û dê di îktîsadê de jî çareseriyek pêk bîne û wiha bi dawî kir: "Ger ku li Tirkiyeyê jî xwesiray demokratîk pêk bihata, dê îro van dîktaroran derbiketena holê. Dê derneketina. Ji ber ku xweseriya demokratîk biryara gelên herêmê esas digire. Tişta ku em dibêjin em ê bajar û xwe bi rêve bibin ev tişt e. Ev yek li gorî ahenga siyaseta Tirkiyeyê ye. Ji ber ku em vê yekê dibêjin hevşaredarên me dixin girtîgehan."
(go)