DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Paletiya fisteqan dest pê kir

 
13 Îlon
09:01 2015

SÊRT (DÎHA) - Li Sêrtê paletiya fisteqan ku yek ji teamê herî bi qîmet û çavkaniya debarê ya herêmê ye, dest pê kir. Li bendê ye ku îsal li sêrtê 30 hezar ton fisteq bên komkirin.

Fisteqên Sêrtê yek ji berhemên herî navdar, bi qîmet û çavkaniya debarê ya herêma Sêrtê ye. Li Sêrtê paletiya fisteqên ku debara herêmê û berhemê herî bi qîmet e dest pê kir. Li bendê ye ku paletî mehekê dest pê bike û li herêmê nêzî 30 hezar ton fisteq bên komkirin. Li tevahiya herêma Sêrtê nêzî 300 hezar dolim zeviyên fisteqan hene. Serokê Yekîneya Hilberîna Fisteqên Sêrtê Şuayip Aslan diyar kir ku li herêmê nêzî 300 hezar dolim zeviyên fisteqan heye û li 150 hezar dolim zevî paletî tê kirin. Aslan, anî ziman ku nêzî 120 -150 hezar dolim zevî li dervê qeydan e û wiha got: "Îsal li tevahiyê Sêrtê li bendê ye ku 30 hezar ton fisteq bên komkirin.

Aslan, da zanîn ku fiyetên fisteqan li gorî dema poletiyê tê guhertin û li gorî kalîte li bendê ye ku kîlo bi 22 û 25 TL bê firotin. Aslan, bilêv kir ku sala par fisteq piştî gihişt destê esnafan kîlo bi 45 TL yan hat firotin û wiha got: "Îsal hewa li gorî salên borî baştir derbas bû. Li bendê ye ku îsal berhemên fisteqan zêdetir be. Li bendê ye ku îsal li herêmê 30 hezar ton fisteq bên komkirin. Em li bendê ne ku ji destê çotkar û rençberan kîloya fisteqan bi 30 TL bê firotin.

Her roj 10 tl mafê keda jinê tê xwarin

Aslan, daxuyand ku li herêmê nêzî 12 hezar hilberînerê fisteqan heye û her roj ji serê sibê heta êvarî fisteqan kom dikin. Aslan, bibîrxist ku yomiya karkerên jin bi 40 TL û ya karkerên mêr bi 50 TL'ye. Ev jî nîşan dide ku her roji 10 tl keda jinê tê xwarin.

Hilberînerê fisteqan Mehmet Tatli diyar kur ku fisteq berê ji şaxên wan tên komkirin û piştî li erdê û nava zeviyan tên komkirin dibin fabrîqeyan û di gelek pêvajoyan re derbas dikin.

Tatli, destnîşan kir ku ji bo qeşartin û sipîkirina fisteqan serê kîloyê 20 quriş didin û rojê her karkerekê-î 40-50 tl yomiye didin. Tatli, da zanîn ku herî zêde dixwazin karkerên jin di nava zeviyan de bixebitin, ji ber ku jin bi 40 TL û mêr bi 50 TL dixebitin.

Hilberinerê Fisteqan Adem Tatli jî da zanîn ku fisteqên Sêrtê ji yên Rihayê baştir in û wiha got: "Komkirina fisteqan ji 10- 20'ê îlonê dest pê dike û heta meha cotmehê didome.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN