Îsal ruyê Mêşvanan liken e
WAN (DÎHA) - Mêşvanên ku her sal ji derdorên cuda tên Herêma Avareş a Bêgiriya Wanê, îsal ji berhemên hingiv kêfxweş in û ruyê wan li ken in.
Her sal bi sedan mêşvan, ji bajar û navçeyên derdorê ji bo hilberîna hingiv mêşên xwe tînin li Herêma Avareş a Bêgiriya Wanê diçêrînin.
Mêşvanên ku ji derdorê hatin û li herêma Avareş bi cih bûn, îsal ji berhemên mêşan kêfxweş in. Ji ber îsal çêre baş bû, berhem û hilberina hingiv jî zêde bû. Mêşvanên ku her sal tên û nêzî 4 mehan mêşvaniyê dikin, mêşên xwe li zeviyên ku kulîlkên goniyan zêde ye bi cih kirin. Mêşvan îsal ji berhemên hingiv kêfxweş in û ruyê wan li ken in.
Mêşvanê bi navê Yaşar Aykaz, anî ziman ku her sal ji bo çêra mêşan û mêşvaniyê tên vê herêmê û wiha got: "Em debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Tenê çavkaniya me ya debarê mêşvanî ye. Em her sal tên 4 mehan li vir mêşan diçêrînin. Em kedek mezin didin mêşan. Îsal berhem li gorî salên borî baştir e. Bi sedan mêşvan ji vê axa bi bereket qezenç dike û debara xwe dike. Axa Bêgirê axek pir bi bereket e. Lê şêniyên vir li vir mêşvaniyê nakin. Îsal ji bo me pir bi bereket û salek bi xêr bû."
(mae)