Mîdîbusa karkeran qelibî: 4 karker jiyana xwe ji dest da

18 Îlon
09:40
2015
BALIKESÎR (DÎHA) - Li navçeya Havranê mîdîbusa ku karkerên înşatê û çandiniyê lê siwar bibûn qeza derbas kir. Di encama qezayê de 4 karker jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Havranê ya Balikesîrê mîdîbusa ku 37 karkerên înşatê û çandiniyê li siwar bibûn û ber bi gundê Kobalakê diçû ji ber frênê wê xerabû teqle avêt. Ji ber ku ji kapasîtyea mîdîbusê zêdetir karker lê hatibû siwarkirin 4 karker li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Dİ qezayê de 34 kes jî birînadr bûn û bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên Balikesîr, Îzmîr û Havranê.
Hat ragihandin ku hemû karkerên di mîdîbusê debûn ji hemna gundî ne û der barê qezayê de lêpirsîn har destpêkirin.
(wk)