Ne welatî ne jî firoşkar razî ne!
EDENE (DÎHA) - Xwediyên sewalan ên ku hêviyên xwu li cejna qurbanê ve girêdane ji ber firotin kêm e, welatî jî ji ber ku buha zêde ne bi gazincin. Li bazarên qurbanan ên li Edeneyê kîloya qurbanan bi 12-13 TL'î tê firotin û buyahê beranekî di navbera 800 TL û hezar û 300 TL'î de tê guhertin, li bazarê welatî dibêjin ku AKP'ê di îxtidara xwe ya 13 salan de bi polîtîkayên xwe ve sewalkarî têk biriye.
Ji bo cejna qurbanê çend roj man û li Edeneyê jî qurbanan jî li bazaran cihê xwe girtin. Welatiyên ku dixwazin qurbanan bikirin ji ber buhayên zêde bi gazinc in, xwediyê sewalan ên ku hêviyên xwe bi firotina qurbanan ve girêdane jî ji ber ku kêm tên firotin bi gazinc in. Li bazarên qurbanan kîloya qurbanan bi 12-13 TL'î Tên firotin. Buyehê beranekî di navbera 800 TL û hezar 300 TL'î de tê guhertin. Welatî dibêjin AKP bi îxtidara xwe ya 13 salan de bi polîtîkayên dişopîne sewalkariyê dikuje.
Welatiyê bi navê Emîn Ozbay anî ziman ku firota qurbanan qasî ku li bendê bûn nîne û AKP bi polîtîkayên xwe yên 13 salan ve welatiyên sewalkariyê dikin aniye ber îflasê. Ozbay buhayên beranan bi bîr xistin û diyar kirin ku buha zêde ne lê maliyeta wan jî gelekî zêde ye. Ozbay bal kişand li ser bûhayê êmê jî anî ziman ku sewalkarî bi tunebûne re rû bi rû ye ev yek jî bandorê li buhayan dike, ew bi fikar in ku qurban di destên wan de biminîn.
Bazarên qurbanan vala ne!
Welatiyê bi navê Ahmet Arslan ê ku qurbanan diforişo diyar kir ku li Tirkiyeyê krîza aborî heye û wiha axivî: "Li vî welatî sewalkarî hate kuştin. Gel nikarin goşt bibin mala xwe. Ma yê çawa bên qurbanê bikirin. Hêviya me ev qurban bûn lê niha hêviyên me nemane. Welatî êdî li vir qurbanan nakirin. Karê qurbanan êdî ketiye destên marketên mezin. Tiştên ku ew didin bêhtir bala welatiyan dikişîne."
Welatiyê bi navê Îzzet Kirgin jî bilêv kir ku sewalên xwe li çiyayên Kurdistanê diçêrîne û ji bo firoşe tîne Edeneyê bal kişand li ser bandora neyînê ya marketan û nirxandina "mirov bi kartên krediyê û deynan ve qurbanê dikirin" kir.
Gel birçî ye ma dê çawa qurbanê bikirin
Ji welatiya Hayrettîn Ergen jî ji ber buhayên qurbanan bi gazinc e û pirsa "Kîloyek goşt kirinê jî zehmetiyê dikişînin ma em ê çawa qurbanan bikirin" kir. Alî Dag jî ev tişt anî ziman: "Di gel de pere nema ma dê çawa qurbanê bikirin? Her tişt wekî agir e, buha ye."
(sa)