Buhayê qurbanan ji sedî 20 zêde bû
ENQERE (DÎHA) - Ji cejna qurbanê re çend roj man, li bazarên ku ji bo firotina qurbanan tên vekirin bazarî tên kirin lê hem xwediyên qurbanan hem jî bikir ji ber buhayan bi gazinc in. Li gundê Gorenê ya Enqereyê li qada firotina qurbanan xwediyên qurbanan ji ber ku ji qadê kirê jî tê xwestin bi gazinc in û diyar dikin ku hin kesan ji şaredariyê cihên qurbanê girtine û bi buhayeke zêdetir didin firoşkeran.
Bi hatina cejna qurbanê ve li metropolên wekî Stenbol, Îzmîr û Enqereyê qurbanên ku ji bajarên din anîne li bazaran tên firotin. Firoşkarên ku li Enqereyê li cihên ku qurban tên firotin qurbanên xwe anîne yek ji van cihan jî gundê Gorenê ye.
Xwediyên sewalan ên ku ev 10 roj in sewalên xwe anîne diyar kirin ku şaredarî pêdiviyên wan ên wekî av û paqijiyê bi cih tîne lê ji ber buhayê cihê ku kirê dikin bi gazinc in. Li qadên ku hatine diyarkirin firoşkarên ku hatine dê nêzî 20 rojan bimînin 3 hezar kirê didin. Xwediyên sewalan diyar kirin ku cihên konan berê ji aliyê hin kesan ve hatine kirêkirin û hezar TL pereyê hewa didin û bi tavahî nêzî 4 hezar TL kire didin.
Welatiyê bi navê Ozgur Temel Ozkan ê ji Kangal a Sêwasê nêzî 130 pez aniye wiha got: "Ev bi salan e pez xwedî dikim. Buhayên wan di navbera 600 TL û hezar TL'î de diguhere. Li gorî par ji sedî 20 buha zêde bûne." Ozkan da zanîn ku heta niha 20 qurban firotîye û 110 pezên wî hêj mane lê heta roja dawî nikarin zêde bifiroşin, yên ku berê bikirên wan hene bêhtir bi ajantaj in.
Dewar bi 4-14 hezar TL'î tên firotin
Dursun Unsal ê ku dewarên ku buhayê wan 4-14 hezar TL'î tên firotin difiroşe jî diyar kir ku ev du hefteye hatiye 60 dewar aniyê lê ji wan 20 heb firotiye. Unsal destnîşan kir ku yên ku tên buhayên qurbanan zêde dibînin û wiha axivî: "Ev 2 sal in ez van qurbanan xwedî dikin. Ji qurbanê ku buhayê wan 5 hezar e 600 TL, yên buhayê wan 5 hezarî zêdetir e jî qasî hezar TL qezenc dikin."
Li bazara qurbanan xwediyên sewalan ji ber ku bikir tuneye kêm difiroşin, bikir jî ji ber buhayê zêde bi gazinc in.
(sa)