Li Wêranşarê karkerek birîndar bû

21 Îlon
14:03
2015
RIHA (DÎHA) - Li navçeya Wêranşarê operatorê kepçeyê Ahmet Salli yê avahiya dibistanê hildiweşand di bin dîwar de ma û birîndar bû.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê operatorê kepçeyê Ahmet Salli dema avahiya dibistana YÎBO'yê hildiweşand bi ser wî de ket û birîndar bû. Salli di bin dîwarê hilweşayî de derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Hat ragihandin ku rewşa Salli baş e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.
(wk)