DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

‘Di cejnê de xebata me şerma dewletê ye’

 
27 Îlon
09:09 2015

ENQERE (DÎHA) – Yek ji zarokên ku mecbûr dimînin li kolanan bixebitin Eyup Karakoyun ê 16 salî, li Enqereyê di nava çopan de kaxizan kom dike û alîkariya malbata xwe dike. Karakoyun, di cejnê de jî dixebite û cejnê ji bo xwe windahiyetî dibîne û xebata zarokan jî wekî şerma dewletê dinirxîne.

Eyup Karakoyun ê 16 salî yek ji zarokên ku li kolanan dixebite ye. Piştî erdheja Wanê ya di 2011’an de mecbûr mane û koçber bûne, li semta Turkozu ya Enqereyê bi cih bûne. Malbata Karakoyun bi komkirina kaxizan hewldidin debara xwe bikin. Zarokê malê Eyup Karakoyun jî ji bo piştgiriyê dibe malbata xwe di cejnê de jî kaxizan kom dike û li her derê Enqereyê digere di nava çopan de kaxizan kom dike. Karakoyun têkoşîna xwe ya jiyanê û der barê xebata di cejnê de jî nêrîn û hestên xwe bi DÎHA’yê re par ve kir.

Karakoun bi bavê xwe re di nava çopan de kaxizan kom dike û serê sibê saet di 08.00’an de heta 11.00’an dixebite bi pereyên ku qezenc dike hem alîkariya malbatê dike hem jî lêçûnên xwe yên dibistanê derdixe.

Karakoyun anî ziman ku xeyala wî ya herî mezin bibe fulbolvan û hestên xwe bi gotina “Ev dewlet pir xirab e. Lê înşelah ez ê bikaribim bixwînim û bibim futbolvanek” anî ziman. Karakoyun got ku ji komkirina kaxizan her roj nikare pere qezenc bikin, dixwazin biçin Wanê û hesreta xwe ya ji bo Wanê jî wiha anî ziman: “Welatê mirov her tim xweşiktir e. Ji bo mirov ya herî baş e. Helbet em ê jî rojekî vegerin welatê xwe.”

Karakoyun destnîşan kir ku ji 12 saliya xwe heta niha kaxizan kom dike û wekî di her cejnê de îsal jî mecbûr e bixebite û tekîldarî vê jî wiha axivî: “Di cejnê de xebata zarokan tê wateya şerma vî dewlet û welatê. Ji rûyê dewletê zarokên wekî me nikarin cejnê bijîn. Cejn ji bo me windahî ye. Kêfxweşiya ku dewlet bide me tuneye. Di cejnan de jî zarok dixebitin û tên qetilkirin.”

Tirkiye ji bo zarokan xetere ye

Karakoyun zehmetiyên ku dikişînin jî bi gotina “Komkirina kaxizan karekî pir zehmet e, kareke xeter e. Ji ber ku dema em bi şev dixebitin ewlehiya canê me tuneye. Lê em mecbûr in. Jixwe Tirkiye ji bo me xetereyê diafirîne. Bi taybetî jî di demên dawî de em bi qetilkirina zarokên li Kurdistanê vê yekê dibînin.”

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN