Dîroka 2 hezar û 200 salan ji ber rantê tune dibe
SADIYE ESER
SEMSÛR (DÎHA) – Keleha Kolîkê ya dîrokî ku li gelek şaristaniyan re malovanî kiriye ev 10 sal in li benda restorekirinê ye. Keleha ku di bin navê restorekirinê de ji bo şirketên taybet bûye cihê rantê û her tim dest diguherîne lê ligel vê yekê jî tiştek nayê kirin.
Keleha Kolikê ya dîrokî ku li gundê Kolîka Kevîn a Semsûrê ye 2 hezar û 200 sal paşeroja we heye ji aliye Qralê Kommagene vê hatiye çekirin û tê zanîn ku heta 926’a jî hatiye bikaranîn. Keleha ku 30 metreyî durî Kolîkê yê ji bo şaristaniyên wek Kommegane, Hîtît, Roma û Memlukan malovanî kiriye.li ser zinarên 300- 350 metre bilind in hatiye çekirin. Li pişta kelehê jî derenceye nezî 400 metreyî hene û ev derence ji kelehê heta nav ava çemê Kolîkê diçe xwarê. Ev derenceye ku ji ber heke keeh bê dorpêçkirin ji wir ava bikişinin hatiye çêkirin pir balê dikişîne. Keleha Kolikê ya dîrokî ya ku her sal bi hezaran turîst ten serdana kelehê ev 10 sal in bi hinceta restorêkirinê ji ziyarete re hat girtin.
Keleh ji bo şîrtekan bûye cihê rantê
Ev keleha ku dîrokeke wê kur heye ev bi salan e li benda restorekirinê yê lê, hê jî nayê restorekirin. Ji bo restorasyonê di destê şîrketên teybetê her tim dest diguherînê. Berî niha bi deh sala şirketa İmpekre İnş. Turz. San. Tic. Ltd. Şti. restoreya keleye girtibû. Şirketa teybet gotibû heta sala 2012’an restoreya qaleye wê xelas bibê, restoreya kele xilas nekir. Tenê hin dîwarên keleyê hatine çekirin û heta sala 2014’an jî wiha mayê. Niha jî restoreya keleye di destê şîrket Anit restorasyon İnş. Turz. San. Tic. Ltd. Şti. de ye û bi vê yeke jî tê xuyakirin ku Keleya Kolîkê bûye çihe ranta şirketên teybet.
Wêneyên 2011’an û 2015’an wekhev in
Ev keleha ku ber bi tunebûnê ve hatiye hiştin û di destê şîrketên teybet de bûye cihe rantê, berî niha ji bo kelehê mîlyonek 200 TL hatiye xerçkirin û Anıt restorasyon Înş. Turz. San. Tîc. Ltd. Ştî. nêzî 4 mîlyon pere hatiye dayîn. Ligel van diravdaniyan jî wekte em îro li kelehê dinêrin ji sala 2005’a ve tiştek di restorekirina kelehê de nehatiye guhartin. Ji aliye Midûriyeta Anitan û Rolovê a Dîlokê xebata restorekirine hatibû dest pêkirin. Lê 6 sala li gel qedexeya turîstan restoreya kelehê nehat çekirin. Piştî 6 sala şunda xebata restoreye hat dest pêkirin lê, wek hatibû gotin di sala 2012’an de nehat xelaskirin. Berî niha 10 mehan restoreya Keleha Kolîkê devrî şirketeke din a teybet bû û ji ber vê jî hejî restoreya kelehê didomê û wek beriya 4 salan e. Di navberê de wêneyên ku di sala 2011’an de hatine kişandin û 2015’an de hatine kişandin tiştek nehatiye guhartin û keleh her diçe hildiweşe. Ev şirketa nû jî dibêje heta sala 2016’an dê restoreya kelehê we xelas bibe lê li wisa dixuye ku ev nepêkan e.
Midurê Muduriyeta Anitan û Rolovê ya Dîlokê Mustafa Ayar derheqe guhartina firmayan de axivî û diyar kir ku restoreya keleyê ji du etapan çedibê, ji ber etapa yekemîn qelas bûye wan firma guhartine û buhayekî baş bide, ew restoreya keleye didin wê fîrmayê.
(hyt/sa/bd)