Semsûrî êdî nikarin hilberîneriya titûnê bikin
SADIYE ESER
SEMSÛR (DÎHA) – Li Semsûra ku bi titûna xwe navdar edî piştî ku dewlete kota danî ser titûnê û piştre jî tevahî destê xwe jê kişand, hilberîn her diçe kêm dibe. Hilberînerê bi navê Omer Kaçar ê ku debara xwe bi çandina titûnê dike û wiha got: "Tu karê hilberîna titûnê nemaye lê dîsa jî em mecbûr in vi karî bikin. Berê me kîloya 300-500 kîlo titûn difirot lê niha ev gelek kêmbûye."
Li Semsûra ku bi titûna xwe navdar e û çêkirina kolonyayê jî di nav de di gelek sektoran de tê bikaranîn beriya niha bi salan nêzî 45 hezar kesên ku debara xwe bi çandina titûnê dikirin hebûn. Lê piştî ku dewletê di salên 1994’an de kota xist çandina titûne êdî vê yekê pêşiya çandina titûnê girt û hilberîn kêm kir. Titûna ku ji bo aboriya malbatan hilberîneke giring bû êdî li Semsûrê ji bo ku dewletê di serî de kota anî û piştre ew kota jî rakir, tevahî qedexe kir û berê cotkarên titûnê da sektorên teybet, êdî kesên ku titûnê diçînin her diçe kêm dibe. Welatiye bi navê Omer Kaçar (42) ê ku li gunde Lîlana Kolîkê bi çandiniya titûnê dike anî ziman ku berê çandina titûnê ji bo aboriya wan çavkaniyeke girîng bû hê her diçe hilberîna titûnê kemtir dibe.
Hilbirîna titûnê pir zehmet e
Kaçar diyar kir ku li gundê wan niha bi wî re du kes manê ku bi karê titûnê re mijul dibin û dar barê hilberînê de ev agahî da: “Di serî de tovê titûnê diçînin axê. Piştre wexte taze şin dibê pêle we jêdikin û hinekî şil dikin. Piştî ku me şil kir em naylonê diavejin ser ku hinekî nerm bibê. Piştî vê aste jî edî em pêla yek bi yek di ta re derbas dikin. Piştî ku hişk bû jî edî wan paket dikin û dibin cihê ku em bifiroşin. Li wir çiqasî buha bidin me em mecbûr in qebûl bikin.”
'Berê 300-500 kilo difirot, niha kêm bûye'
Kaçar ê ku bavê 6 zaroka yê anî ziman ku bere dewletê titûn disitand ji ber vê jî debara xwe dikaribûn bikin û wiha giranî da axaftina xwe: “Bere serbest bû. Me çiqas dixwest ewqas diçand, an jî ewqas hilberîniya titunê dikir. Dahata we baş bû.” Kaçar derbirî ku berê li gunde wan ê Lîlanê û gunde li derdoran wan hemûyan karê titunê ye dikirin pir bûn û ev tişt li gotinên xwe zede kir: “ Piştî dewletê kota danî titunê disa me di navbera 300- 500 kîlo titun çêdikir. Lê piştre kota jî rakirin, niha em tevahî ji sektora teybet rê dixebitin. Em bi vê mexdur in.”
Zarokên wî jî alikariyê didin
Kaçar li ser tovê titunê yê ku sektora teybet dide wan sekinî û wiha qala zahmetiyê tituna ku sektora teybet dide wan kir: “Tovê Oz Ege didin me. Tituna vî tovî biçûk e ji ber we jî hilberîna titunê zahmet dibê. Kîloya vê tituna Oz Ege ji me 6-8 TL’ya distînin. Ji ber yek biçînê divê makînê wan hebe lê, hem pir buha ye û hem jî ji xwe em nikarin gelekî biçinin.” Kaçar bi lêv kir ku havînî zaroke wî jî alîkariye didine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tû karê tutunê nêmayê lê disa em mecbûr in ku ji bo debara xwe vî karî bikin.”
Serokê Komeleya titunvanên Semsûrê Zeynel Çelenk anî ziman ku tituna Semsûrê pir navdar e û wiha got: “Niha em hewl didin ku sere kesekî bikaribê 100 kîlo titunê bifiroşin. Hevdîtinên me yên bi parezeran rê hene. Lê niha jî xuya dike ku vê yeke qabul nekin.” Çelenk da zanîn ku hilberîna titûnê ji sedî 70 a Semsûrê û ji sedî 30 jî ya Egeyê bû.
(hyt/sa/bd)