Deriyê gumrikê ji 'bazirganiya rojane' re hate girtin
AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Bazîdê ku yek ji çavkaniyên debarê ya herî girîng Deriyê Sînor ê Gurbulake ye ji bo bazirganiya rojane re hate girtin. Serokê Komeleya Sanayî û Karsazên Bazîdê Nurî Taşdemîr diyar kir ku dewlet hesabê hilbijartinê dike û li dijî mirovên herêmê zilmê pêk tîne.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, Deriyê Sînor ê Gurbulakê ya ji Îranê re vedibe ji bo bazirganiya rojane hate girtin. Kesên ku di navbera sînoran de bi rojane bazirganiyê dikin ji aliyê qaymeqam ve hatin astengkirin. Serokê Komeleya Sanayî û Karsazên Bazîdê Nurî Taşdemîr anî ziman ku girtina deriyê sînor zirarê dide aboriya herêmû û bi rojane bi sedan kes ji bo bazirganiyê diçin û tên û debara xwe bi vî rengî dikin.
Taşdemîr destnîşan kir ku deriyê gumrikê yê ku duyemîn deriyê mezin ê sînor e ji ber polîtîkayên dewletê hatiye girtin û bi vî rengî li hemberî gel zilm tê kirin. Taşdemîr ev tişt anî ziman: "Li deriyê sînor ê Gurbulakê bazirganiya rojane hate qedexekirin. Heke bazirganiya rojane careke din bê kirin gel sudê bigirin û bi vî rengî dêpêşiya qaçaxgeriyê bê girtin. Ligel ku di warê mezinbûnê de deriyê sînor ê duyemîn e payeyên vê derê hate girtin û dan deriyên gumrikê yên rojava. Me wekî komele ji bo ev bi dawî bibe doz vekir lê dîsa jî di dema hilbijartinan de pêkanînên taybet bi dawî nebûn."
'Darbe li aboriyê dixin'
Taşdemîr bilêv kir ku li Bazîdê polîsan bi ser pasaja ku berhemên bazirganiya sînor tên firotin kirin û wiha got: "Aborî her diçe xira dibe. Bi taybetî jî bi biryara ku qaymeqam bi tena serê xwe girtiye bandorê li esnafê me dike. Herêma me di warê abî de ji bo pêşketinê vekiriye. Heke li vir pêkanînê rêveberiya awarte nebe di warê bazirganî û çandiniyê de ji bo pêşketinê vekiriye. Li Deriyê Sînor ê Gurbulakê li gorî daneyên 2014'an 125 hezar û 189 wesayît hatine û 147 hezar û 056 wesayît jî derketine. Deriyeke ku evqas kar dike girtin nebaşiyeke mezin e. Pêdiviya gelê herêmê ji kar û nan heye. Walî û qaymeqamên li herêmê peywirê dikin gelek kar dikeve li ser milên wan. Divê desturê bidin kesên ku diçin Îranê û tên."
(sa)