DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

ÎHD li Êlihê dê bi 114 kesan ve hilbijartinê bişopîne

 
29 Cotmeh
09:14 2015

ÊLIH (DÎHA) - ÎHD'ê daxuyand ku dê li Êlihê hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi 114 kesan ve bişopîne, çavdêrê AGÎT'ê jî bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtin pêk anî.

ÎHD'ê li Êlihê ji bo hilbijartinan komîsyona çavdêriyê ava kir, Endamên Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT) Mats Melin û Paavo Pitkanan jî bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtin pêk anî. Çavdêrê AGÎT'ê Melîn diyar kir ku ew ê di warê hiqûqa hindurin û standartên navneteweyî yên hilbijartinan de bişopînin. Melîn got ku ew ê rapora xwe ya yekemîn a demê amede bikin lê rapora esasî di nava 8 hefteyan de bi raya giştî re parve bikin.

Ji ÎHD a Êlihê Devran Yildiz jî diyar ki ru di pêvajoya ku li hemberî HDP'iyan binçavkirin, girtin, singun û qatlîam pêk tên de diçin hilbijartinan. Yildiz anî ziman ku ew ê bi 114 kesan ve hilbijartinan bişopînin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN