Ajokarên TIR'an ji bo HDP'ê seferber bûn

ŞIRNEX(DÎHA) - Ajakoran TIR'an ên ku di bin navê "Pilingên Xabûrê" xwe li ser medyaya civakî rêxistin kirin ji bo ku ji bajarên roava hilbijêran bibin Kurdistanê seferber bûn.
HDP ji bo ku hilbijêrên xwe bigihîne cihên ku deng bi kar tînin sefer bûn, piştgiriyek jî ji bo hilbijêrên HDP'ê ji ajokarên TIR'an ên ji bajarên rojava bar digirin ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Rojhilata Navîn dibin hat. Ajokarên ku di bin navê "Pilingên Xabûrê" li ser medyaya civakî rêxistin bûn hilbijêran ji bajarên ku bar digirin bê pere bibin cihên ku deng bi kar tînin. Ajokaran saeta ku derdekivin rê û telefonên xwe par ve kirin hilbijêran digirin û dibin cihên ku dengên xwe bi kar bînin.
Ajokarên ku heta niha gelek hilbijêr birinê cihên wan li ser navnîşana facebookê ya https://www.facebook.com/Habur-Kaptanlar%C4%B1-696729363789713/?fref=ts kengî derkidevin rê par ve dikin.
(sa)