DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

'Sindoqan bibin kû derê bila bibin gelê me dê dengên xwe bi kar bîne'

 
30 Cotmeh
09:02 2015

AMED (DÎHA) - Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen tekildarî polîtîkayên dewletê yên hilbijartinê û sindoq birina cihên din diyar kir ku sindoqan bibin kû derê bila bibin gelê me dê biçin sen sindoqan û dengên xwe bikarbînin, xwedî li dengên xwe jî derkevin.

Şerê ku ji hêla hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê daye dest pê kirin bandora xwe bi giranî li ser hilbijartina 1'ê mijdarê jî dike. Hikûmeta AKP'ê li cihên ku bi tîmên taybet êrîşê li ser gel dike û li pey hewldanên komkûjiyê ne, dixwaze di hilbijartina 1'ê mijdarê de jî astengiyan derbixe. Ji van cihan yek jî navçeya Surê ya Amedê ye. Hikûmeta AKP'ê ya ku bi mehan e êrîşên xwe û hewldanên komkujiyê li ser navçeya Surê pêk tîne, vê carê jî dixwaze bi hîleyên xwe yên wekî hilbijartinên borî bi koçberkirina gelê Surê dengên HPD'ê kêm bike.

'Li hemberê biryara YSK'ê lîstikên qîrêj tên meşandin'

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen têkîldarê hilbijartinên 1'ê mijdarê polîtîkayên taybetî li ser Amedê û heremê nirxand. Onen diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê listikên qirêj ê AKP'ê li ser sindoqan hat meşandin û got ku xwestin li navçeyên Sur û Farqînê sindoqan bibin cihekî dinê lê li hemberê biryara YSK'ê lîstokên qîrêj tê meşandin. Onen anî ziman ku huqiqa Tirkiyê jî bûye yek parêz û bandora xwe li ser hilbijartinan jî dike û wiha berdewam kir: "Niha li Surê ji hêla welatiyan ve tu pirsgirêk tune ye lê niha dixwazin ku sindoqan bibin taxên din, ji bo ku gel dengên xwe bikar neyine."

'Demek ewlehiya zarokên diçin dibistanê jî tune ye'

Onen balkîşand li ser bi hinceta "ewlehiyê" ku guherîna cihên sindoqan û ev tişt gotin: "Ev jî bê edaletî ye. Eger ku li Surê ewlehiya hilbijartinê tune be, ewlehiya zarokên diçin dibistanê jî tune ye. Ji bo hilbijartinê 'ewlehiyê' dixe rojevê û ev nayê qebûlkirin. Di hêla hiqûqê de jî heta dawiyê em ê serlêdanên xwe bikin."

'Dixwazin listîkên qirêj li ser sindoqan bimêşînîn'

Onen balkişand li ser êrîş û qetlîamên bi qedexeya derketina kolanan re li navçeya Surê pêk hatî û wiha axaftina xwe domand: "Li Sûrê zaroka bi navê Helîn hat qetilkirin. Îro em lê dinêrîn yên ku qetlîamê li ser Surê pêk aniye, ew çeteyên veşartî diyar bûn. Mirov dikare bêje ew qetlîam bi destê dewletê çêbûn. Dîsa jî dixwazin listîkên qirêj li ser sindoqan bimêşîn in."

'Her dengek namus û şerefa vî gelî ye'

Onen herî dawî got ku ew dê heya dawiyê li hemberê qirêjiya dewletê berxwe bidin û wiha got: "Sindoqan bibin ku bila bibin, gelê me dê li wir dengê xwe bikar bîne. Ji ber ku her dengek namus û şerefa vî gelî ye, her dengek ji bo aşitiyê û demokrasiyê pir girîng e. Çiqas jî sindoqan dûr bixin jî gelê me dê sindoqan xwedî derbikeve û dê dengê xwe bikar bîne. Em bang li gelê xwe dikin ku divê gelê me xwedî li sindoqên xwe derbikeve û heya dawiyê jî dev ji sindoqan bernedin."

(az-ozp/ea/sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN