'Bila Erdogan zanibe, dewleta Osmanî xewne' - HATE NÛKIRIN
AMED (DÎHA) - Heyeta Başurê Kurdistanê ya ji bo piştevaniya HDP'ê hat Amedê hefteyeke tevlî xebatên hilbijartinê dibin. Endamê Rêxrawî Kobanê (Komeleya Kobanê) Şivan Eyub diyar kir ku AKP dixwaze dîsa dewleta Osmanî ava bike lê bila AKP baş zanibe ku dewleta Osmanî xewne.
AKP bi hemû plan û projeyên xwe yên şer hewl dide pêşiya serkeftina HDP'ê ya di hilbijartinên 1'ê mijdarê de bigire bên kirin derxe holê. Her roj endamên HDP'ê yan tê binçavkirin an jî rastî zextên polîsên AKP'ê tên. Ligel vê yekê HDP bi hemû hêza xwe xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike û eleqeya gel a ji bo HDP'ê her ku diçe zêde dibe. Di heman demê de gelek rêxistinên demokrat piştgiriyê didin HDP'ê. Yek ji rêxistinên ku piştgiriyê dide xebatên HDP'ê Partiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK), Rêxrawî Kobanê (Komeleya Kobanê) û Rêxrawî Jinanî Azadî Kurdistan (Komeleya Azadiya Jinên Kurdistan) ên li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîn in. Heyeta ji rêxistina pêk tê ji bo hilbijartinên 1'ê mijdarê piştgiriyê bidin xebatên HDP'ê hatin bakurê Kurdistanê. Endamên rêxistinên YNK'ê diyar kir ku serkeftina HDP'ê serkeftina jin û hemû gelan e.
'Gelê kurd ji AKP'ê natirse'
Ji 8 endamên Rêxrawî Kobanê Şivan Eyub diyar kir ku ji bo piştgiriya HDP'ê ji başûrê Kurdistanê hatin Amedê, bi endamên HDP'ê re xebatên hilbijartinê dimeşînin. Eyub da zanîn ku serkeftina HDP'ê, serkeftina gelên herçar parçeyên Kurdistanê ye. Eyub got ku ew demjimêrên sibehê heya êvarê bi namzetên HDP'ê re li nava gel digerin û wiha axivî: "Ligel hemû zextên AKP'ê yên li hemberî gelê kurd jî, gelê kurd bi doza xwe ve girêdayî ye. Gelê kurd ji AKP'ê natirse." Eyub anî ziman ku AKP dixwaze dîsa dewleta Osmanî ava bike lê bila AKP baş zanibe ku dewleta Osmanî xewne û wiha got: "Çawa em di 7'ê hezîranê de bi ser ketin, em ê di 1'ê mijdarê de jî dîsa bi ser bikevin."
'Serkeftina HDP'ê ji nû ve dayikbûna jinan e'
4 endamên Rêxrawî Jinanî Azadî Kurdistan ku ji bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê hatin Amedê di xebatên hilbijartinê de piştgiriya namzetên jin ên HDP'ê dikin. Endama Rêxrawî Jinanî Azadî Kurdistan Banû Helebçeyî da zanîn ku HDP partiya hemû gelan e, ji ber ku hemû gel bi taybet jî jin nasnameya xwe di HDP'ê de dibînin. Helebçeyî diyar kir ku di Rojhilata Navîn de tenê HDP mafê jin û mafê mirovan diparêze. Helebçeyî got ku serkeftina HDP'ê serkeftina hemÛ gelan e û ji nû ve dayîkbûna jinan e. Helebçeyî da zanîn ku jinên bakurê Kurdistanê karên pir girîng dikin, jin bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinên 1'ê mijdarê ne û wiha axivî: "Ez ê ji jinên başûrê Kurdistanê re qala serkeftina jinên HDP'ê bikim."
Helebçeyî destnîşan kir ku ligel hemû polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê ku li dijî jinan dide meşandin jî jinên kurd li ber xwe didin. Helebçeyî anî ziman ku jinên kurd xwe bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hêz kirin û wiha got: "Jinên kurd hêza xwe bi berxwedana Kobanê nîşanî tevayî cîhanê dan. Jinan bi berxwedanê bersiv da gotina Erdogan a 'Kobanê ha ket, ha dê bikeve'."
(byt-az/ea/wk)