Gengeşiya hilbijartinê rê li ber mirina rêveberê HDP'ê vekir
![](/staticfiles/news/481375/2015/10/30/680x365cc-ist-301015-bahcelievler-hdpliler1.jpg)
STENBOL (DÎHA) - Li Bahçelîevlerê ya Stenbolê 5 kesên ku belavokên reşkirina HDP'ê belavdikirin ji hêla welatiyan ve hatin girtin û dema radestî polîsan hatin kirin rêveberê HDP'ê yê Bahçelîevlerê Mahmut Oztruk (61) qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Ji hilbijartina 1'ê mijdarê re 2 roj mane û di gengeşiya hilbijartinê de rêveberê HDP'ê jiyana xwe ji dest da. Bûyera ku li Bahçelîevlerê ya Stenbolê pêk hat, wiha qewimî: Şevê din 5 kesên li taxa Cumhuriyetê hin kesên ku afîşa Şaredariya Yenîşehîra Amedê wekî hincet nîşan dan, belavokên reşkirina HDP'ê belav kirin. Esnaf û welatiyên taxê bertek nîşanî van kesan dan û wan girtin.
Welatî û esnafê ku 5 kes girtin agahî dan rêveberên HDP'ê. Rêveberên hatin taxê 5 kes radestî polîsan kirin. Dema ku polîs 5 kes li wesayîtê siwar kirin û birin rêveberê HDP'ê yê Bahçelîevlerê Mahmut Ozturk 61 salî qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ozturk birin morgê û hat ragihandin ku îro piştî nimêja înê dê were definkirin.
5 kesên ku kar û barê wan li Midûriyeta Polîsan a Vatanê qediya di seatên serê sibê de derxistin Edliyeya Bakirkoyê.
(wk)