Yuksekdag: Nebin keyayê qesrê bibin keyayê gel
WAN (DÎHA) - Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê bi keyayan re civiya û banga "Nebin keyayê gund bibin keyayê gel" li keyayan kir.
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê li Odeya Sanayî û Bazirganiyê Ya Wanê, bi keyayan re civiya. Hevserokê HDP'a Wanê Veysî Îpekçî, Hevşaredarê Îpekyoluyê Veysel Keser û gelek keya tevlî civînê bûn.
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, civînên Serokomar Erdogan a bi keyayan re bibîrxist û got "Nebin keyayên gund, bibin keyayên gel." Yuksekdag, di axaftina xwe de qala salvegera avabûna Komara Tirkiyeyê jî kir û got "Ev du roj in li Tirkiyeyê Cejna Cumhuriyetê tê pîroz kirin. Lê ez bi xwe rêveberiyek siyasî û vînek ku xwe bi xwe hilbijêre û rêvebibe nabînim."
Yuksekdag pişt re bi keyayan re sohbet kir.
(sy)