Xebatên ewlehiya hilbijartinê li Şirnex û Êlihê berdewan kir
ŞIRNEX/ÊLIH (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê perwerdehiya ewlehiya dibistan û muşahîdan da xebatkarên xwe. Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî diyar kir ku dê bi komîsyona ji 125 kesan pêk dê li qada hilbijartinê bin.
Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê bi boneya di 1'ê Mijdarê roja hilbijartinê de ewlehiya sindoqan biparêze perwerde da endamê xwe yên muşahîd û peyvirdarên sindoqan. Civîna perwerdehiyê li salona Şaredariya Şirnexê pêk hat. Bi sedan muşahîd û peyvirdarên sindoqan beşdarî civînê bûn. Di civînê de li dijî hîleyên li ser sindoqan tên kirin û li heberî wan tedbîr nahit niqaşkirin.
ÎHD jî li Êlihê ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê civîn pêk anî
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi boneya ewlehiya sindoqan û hilbijartinê pêk bîne li salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê civîn pêk anî. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagadir, diyar kir ku ÎHD dê li Êlihe hilbijartinê bişopîne û raporê amade bike.
Bagadir da zanîn ku wan komîsyona ji 125 kesan pêk tê amade kiriye û dê bi komîsyona 125 kesan roja hilbijartinê li qadan bin.
(mae)