'Ji bo şehîdên Enqere, Pirsûs û Zergelê herin ser sindoqan'
AMED (DÎHA) - Heyeta Tevgerî Azadî Komelgayî Kurdistan a ji Başûrê Kurdistanê hat Amedê, piştgiriya xwe ya bi HDP'ê re eşkere kir. Endamê heyetê Azad Qadir diyar kir ku ji bo gelê kurd hesabê şehîdên Pirsûs, Enqere û Zergelê ji Erdogan bipirse, divê dengên xwe bide HDP'ê.
Heyeta Tevgerî Azadî Komelgayî Kurdistan ji başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya HDP'ê hate Amedê. Heyetê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya HDP'ê eşkere kir. Heyetê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de alên HDP'ê û Tevgera Azadî Komelgayî Kurdistan hatin vekirin. Li ser navê heyetê Endamê Lijneya Rêveber ya Tevgrî Azadî Komelgayî Kurdistan Azad Qadir axivî û got ku ew ji bo di pêvajoya hilbijartinê de piştgirî bidin HDP'ê û dengê şehîdên Zergelê bigihînin gelê bakurê Kurdistanê hatin Amedê. Qadir anî ziman ku armanca wan a duyem jî ew e ku serdana herêmên ku rêveberiyên cewherî hatine îlan kirîn bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em rêveberiyên cewherî yên gelê bakurê Kurdistanê pîroz dikin."
Qadir herî dawî bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku hemû kesên azadîxwaz herin ser sidoqan, dengê xwe bidin HDP'ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo ku gelê kurd bikaribe hesabê şehîdên Pirsûs, Enqere û Zergelê ji Erdogan bipirse, divê dengên xwe bikar bînin. Em ji niha de serkeftinê ji tevahiya gelê kurd re dixwazin."
(byt-az/mae/sy)