DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Ji bo ewlehiya hilbijartina Îzmirê 15 hezar welatî amade ne

 
31 Cotmeh
09:08 2015

ÎZMÎR (DÎHA) - HDP'ê li Îzmirê ji bo ewlehiya hilbijartinê 15 hezar welatî peywirdar kir. Zêdeyî 80 parêzeran jî dê li ser maseyên kirîzê ji bo parastinê sindoqan amade bin.

Li gorî daneyên YSK'ê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de dê 54 milyon û 75 hezar û 851 hilbijêr dengê xwe bikar bînin. Piştî xebatên hilbijartinê hatin kirin, niha niqaşên parastina dengan û sindoqan tên kirin. HDP jî ji bo sindoqan biparêze û li dengê xwe xwedî derkeve, komîsyon, heyet û maseyên qirîzê ava dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Îzmirê bi giştî 15 hezar muşahît û berpirsiyarên sindoqan, çavdêr û parêzer peywirdar kir. Berpirsiyarên sindoqan û muşahîdên sindonan li aliyekî dê sindoqan biparêzin û li dijî hîleyên li ser sindoqan hişyar bin, li aliyê din jî piştî jimartina dengan dê bi lezgîn encama sindoqan ji Navenda Giştî ya HDP'ê re ragihînin. Parêzerên ku li ser maseya qirîzê peywirdar bin jî dê piştgiriya hiqûqî bikin.

7 hezar û 824 endamên lijneya sindoqan in

Endamê Meclîsa HDP'ê Coşkun Ustercî diyar kir ku li Îzmirê bi giştî 9 hezar û 23 sindoq hene û li ser 7 hezar û 824 sindoqan endamê wan ê lijneya sindoqan hene. Ustercî, da zanîn ku li ser hezar û 199 sindoqan jî yekîneyên wan ên gerok dê peywirdar bin û muşahîd dê sindoqan biparêzin. Ustercî, da zanîn ku dê bi 7 hezar û 824 endamên sindoqan ji sedî 90'ê sindoqan kontrol bikin û bi pergala şopandina sindoqan di heman demê de ji her dibistan û sindoqê encamê ji navendê re bê ragihandin.

15 hezar welatî ji bo ewlehiya sindoqan seferber in

Usterci, destnîşan kir ku saziyên sivîl ên civakî, saziyên demokratîk û rêxistina wan dê bi awayekî koordine bi hev re bixebitin û bi giştî 15 hezar welatî dê sindoqan biparêzin. Ustercî, da zanîn ku parêzerên dildar wekaletname dane navenda giştî ya HDP'ê di bûyerek pêkan de dê karibin piştgiriya hiqûqî bidin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Mecit Yildirim jî diyar kir ku ewê ji bo ewlehî û parastina sindoqan amade bin û tiştê ku ji destê wan tê bikin. Yildirim, anî ziman ku ew dê li bajar û navçeyan li ser maseyên kirîzê peywirê bistînin û ger ji muşahîdan agahiyên pirsgirêkan were dê biçin mudaxale bikin. Yildirim, da zanîn ku li gorî hilbijartina borî 70-80 parêzer û 9 hezar zêdetir muşahîd peywirdar in û hêjmara parêzeran zêdeyî 80'ê ye.

(mae/sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN