DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Heyetên navneteweyî wê hilbijartinên li Kurdistanê bişopînin

31 Cotmeh
14:42 2015

AMED (DÎHA) - Li ser banga HDP'’ê nêzî 300 çavdêrên siyasî yên navneteweyî wê sibe hilbijartinên 19 bajarên Kurdistanê bişopînin.

HDP ji bo di 1’ê mijdarê de hilbijartineke adil, zelal û demokratîk pêk bê banga “Bibin çavdêrên siyasî” li raya giştî ya navneteweyî kir û ev bang cihê xwe girt. Nêzî 300 çavdêrên siyasî biryar girtin ku di serî de li Amed, Wan û Stenbolê li 19 bajaran sibe bên û hilbijartinan bişopînin.

Hin ji çavdêrên serbixwe yên navneteweyî yên ji parlamenter û aktîvîstên mafê mirovan ên piraniya wan ji Ewropayê tên ev in:

"Partiya Çep a Fransa, Partiya Komunîst a Fransa, Koma Keskan a Parlamentoya Ewropa, Parlamenterên Meclîsa Katalan, Partiya Aralar a Bask, Partiya Çep a Elmanya, Partiya AKEL a Qibris, Partiya Yekgirtî ya Parlamentoya Ewropa (GUE/NGL), Konfederasyona Sendîkayên Îtalya (COBAS), Partiya Sosyalîst a Norwec, Partiya Sor a Norwec, Partiya Gelan a Sosyalîst a Danîmarka, Partiya Sor-Kesk a Tifaqê ya Danîmarka, Partiya Demokrat a Sosyal Swêd, Partiya Çep a Swêd, ji Îngîltereyê nûnerên parêzer û civaka sivîl û ji rêveberiya Herêma Kurdistan a Iraqê nûnerên YNK’ê.”

Di nav heyetê de her wiha sendîkavan, rêveberên xwecihî, parêzer, rojnamevan, akademîsyen û xwendekar cih digirin.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN