HDP'ê li Egeyê car din 2 parlementeran girt
ÎZMÎR (DÎHA) - Li herêma Egeyê ji sedî 99 sindoqan vebû. Li gor encamên ne zelal, HDP li Îzmîrê wekî hilbijartina 7'ê Pûşberê du parlementer dişîne meclîsê.
Li gor encamên hilbijartinê yên ne zelal li Îzmîrê CHP ji sedî 46,75 deng girt û li bajêr bû partiya yekem. Li vî bajarî HDP'ê jî ji sedî 8,64 deng girt. Li gor van encaman namzetên HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Muslum Dogan car din hatin hilbijartin.
(sy)