DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Rêzefîlma "Malîno" sibe li ser ekranên Ozgur Gun TV ye

 
9 Mijdar
14:56 2015

AMED (DÎHA) - Beşa yekem a rêzefîlma bi Kurdî "Malîno" di dema weşana nû ya Ozgur Gun TV de sibe saet di 21.00'an de li ser ekranê ye.

Ozgur Gun TV ku li Tirkiyeyê tv'ya yekem e ku weşana bi Kurdî kiriye, dest bi dema weşana nû kir. Di dema nû de li ser ekranên Ozgur Gun TV'yê dê li gel nûçeyên Kurdî û Tirkî, bernameyên çandî û civakî zêdetir cih bigire. Dê zimanê tv'yê ji sedî 70 Kurmancî û Kirmançkî be.

Di dema weşana nû ya Ozgur Gun TV'yê de yek ji berhemên herî balkêş jî, rêzefîlma bi Kurdî "Malîno" ye. Ozgur Gun TV ku dê li hemberî qirkirina çandî û bişaftinê weşanê bike, bi riya qerfê jî balê bikşîne ser nakokî û pirsgirêkên çandî yên Kurdistanê.

Di rêzefîlma Malîno de, lîstikvanên Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Konservatuara Aram Tîgran, Şanoya Bajêr Şaredariya Mezin a Amedê û Navenda Çanda Mîtannî cih digirin. Rêzefîlm, bi riya malbatekî ku bi zorê hatiye koçkirin, pêvajoya guherîna çandî û nakokiyên têne jiyin destnîşan dike.

Rêvebirên Ozgur Gun TV'yê jî bawer dikin ku dê rêzefîlm bala temaşevanan bikşîne û bibe yek ji berhemên herî xurt a dema weşana nû.

Rêzefîlma Malîno, her hefte roja Sêşemê saet di 21.00'an de li ser ekranên Ozgur Gun TV ye.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN