'Di pêşerojê de ne çandinî ne jî ekolojî namîne'
RIHA (DÎHA) - Serokê Şaxa Odeya Çandinî ya Rihayê Alî Riza Ozturkmen diyar kir ku çandinî her ku diçe paş ve diçe û wiha axivî: "Ji ber avdana rasthatî 18 hezar hektar erd zuha bûye. Ji ber polîtîqayên dewletê cotkar neçar dimînin û koçî bajaran dikin. Wiha bidome ne çandinî dimîne ne jî ekolojî."
Odeya Endezyarên Çandinî ya Rihayê (ZMO) li ser pirsgirêkên heremê civîn lidardixe. Civîna ku dê 2 rojan berdewam bike destpê kir. Di civînê de Serokê Lijneya Rêveberîya Odeyan Endezyarê Çandiniyê yê TMMOB'ê Ozden Gungur, rêveber û endamên ji bajarên hewirdorê beşdarî civînê bûn. Serokê Şaxa Odeya Çandiniyê ya Rihayê Alî Riza Ozturkmen, di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya GAP'ê û got ku ji ber ku dewlet sozên xwe bicih nayne, cotkarî şûn ve diçe û heta niha 18 hezar hektar erd zuha bûye.
'Dewletê çandiniyê anî ber mirinê'
Ozturkmen da zanîn ku ji ber avdana rasthatî, 18 hezar hektar erd zuha bûye û wiha axivî: "Polîtîqaya dewletê ya şaş çandiniyê anî ber mirinê. Gelek erd zuha bûn. Bi hezaran erdên çandiniyê kirin beton. Li Tirkiyeyê 4 demsal tê jiyin û mixabin em jê sûd nagirin. Heta genim jî em ji derve distînin. Polîtîqaya dewletê cotkaran neçarî bajaran dike. Di pêşeroja me de ne erd ne jî ekolojî namîne."
Piştî axaftina Ozturkmen, civîn ji çapemenîye re girtî berdewam kir. Civîn dê 2 rojan berdewam bike.
(msd/sy)