DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Li sewalan îşkenceya pet shopan

 
22 Mijdar
09:13 2015

WAN (DİHA) - Firotina sewalên kedî ya li pet shopan ligel ku li dijî Danezana Mafên Sewalan a Gerdunî ye jî sewalên wekî pisîk, kuçik, kîvroşk di hundirê qefesan de di bin sermayê de tên teşhîrkirin û li benda kesekî ku wan bikirin dimînin. Nûnerê Federasyona Mafê Sewalan ê Îzmîrê Esîn Onder diyar kir ku divê ji bo ku ev rewş bi dawî bibe gav bên avêtin û têkîldarî mijarê di 2014'an de qanûna ku hatiye meclîsê têrê nake û nirxandina "Ji bo ku hin kes pere qezenc bikin ma ev çi zilm e?" kir.

Sewalên ku ji bo hewesa mirovan a demekî bi cih bîne, li pet shopan tên hepskirin. Li dijî firotina sewalên wekî pisîk, kuçik û kîvroşkan a ku li dijî Danezana Mafên Sewalan a Gerdunî ye tu kes deng dernaxîne û li Wanê jî gelek pet shop wan sewalan difiroşe. Pisîk û kuçik di wan qefesan de wekî ku îşkence li wan tê kirin, têne girtin.

Sewal di qefesan de tê rawestandin

Sewalên ku ji bo firotên tînin, di qefesên ji wan biçûktir de têne girtin û nikarin bi rehetî xwe bilivînin. Ev jî dibe sedema ku êrîş jî bikin. Li gelek cihan jî ev sewal ji bo baş bên teşhîrkirin li ber sermayê tên sekinandin. Kesên ku wan difiroşin jî bi gotina "dema ku kiryar hat dê wan ji qefesê derxînin" xwe diparêzin.

'Rayedar me guhdar nakin'

Komîsyona Hawirdorê ya Meclîsê di 19'ê Pûşbera 2014'an de, di qanûna parastina sewalan de guhertina "Li cihên ku sewalên kedî tên firotin, sewal nikare bê rawestandin lê li çewlîkên sewalan de û stargehên sewalan de firotina van dikare bêkirin" kir. Ji bo vê yekê jî heta 2016'an dema derbasbûnê da. Lê parazvanên mafên sewalan vê yekê bes nabînin. Têkîldarî mijarê Nûnerê Federasyona Mafê Sewalan ê (HAYTAP) Îzmîrê Esîn Onder diyar kir ku pêşnûmeya ku hatiye amadekirin ne bes e û divê pet shop û çewlik bên girtin. Onder wiha axivî. "Em ji saziyên têkîldar re vedibêjin lê guh nadin me. Pêşnûmeya ku ji bo firotina sewalan hatiye kirin çareserî nîne, tenê firotin divê neyê qedexekirin divê ev der bên girtin. Ji bo ku hin kes pere qezenc bikin ma ev çi zilm e? Ev pûşnûmeya hatiye derxistin kêm e em qebûl nakin. Ne tenê pet shop divê çewlik jî bên girtin. Rayedar peywira xwe bi cih naynin."

Dê şaredarî bikeve nava hewldanan

Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê têkîldarî mijarê diyar kirin ku ji ber ku stargeha sewalan hê nehatiye temamkirin nikarin xebatekî bikin û dê di rojên pêş de şaredarî bikeve nava hewldanan.

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN