'Dewlet 1'ê dide cotkaran 4 ji wan distîne'
MEHMET SIDDIK DAMAR
RIHA (DÎHA) - Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Ozden Gungor, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her cureyên giha û çandiniyê tê çandin. Gungur, diyar kir ku ji ber polîtîqayên Wezareta Çandiniyê yên şaş cotkarî hatiye ber xelasiyê û got "Dewlet dibêje 'ez alîkariyê didim cotkaran' lê dewlet 1'ê dide, 4'an distîne."
Çandinî li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şaş her diçe paş ve diçe û cotkar jî her tim xisarê dikin. Projeya GAP'ê, ji welatîyên heremê re bû wek hêvîyê. Wek bajarên Mêrdîn, Riha, Semsûr, Êlih, Dîlok, Kîlîs, Sêrt û Şirnexê hat plansazîkirin û heta niha ev projeya bi salan didome. Ev projeya ji Serokomartîya Suleyman Demîrel ve heta niha didome û her tim bi vê projeyê, welatîyên Kurdîstanê hatin xapandin.
'Polîtîqayên wezaretê ên şaş cotkarî anîn ber xelaskirinê'
Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Endezyarê Çandiniyê (ZMO)'ê Ozden Gungor da zanîn ku sala çû jî gelek êş kişandinin û ji aliyê çandiniyê wek her tim bi şûnve çûye û ev pirsgirêk îsal jî didome. Gungor diyar kir ku ji Tirkiye bindestê îthalatêye û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê 4 demsal tê dijîn. Tu giha lê şîn nebe tuneye lê mixabin em ji vê firsata sûd nagirin. Erdê meyî bijûndar hene û ji dêlva em biçînin em ji derve berheman tînin. Di nav van heremên bijûndar Riha jî tê. Lê tu carî li vira a tê xwestin nehetîye. Avdanîya nezanî tên kirin û erd zuha dibe û her diçe ax wenda dibe. Ji ber polîtîqayên şaş çîftçî berê xwe didin bajara."
'Dewlet 1'ê dide, 4'an distîne'
Gungor bi destnîşan kir ku malîyeta cotkaran ji ber ku zêdeye êdî nema karin çandiniyê bikin û wiha pê de çû: "Mazot, tixum, gubre û fiyatên karmendan zêdeye cotkarî hatiye ber mirinê. Dewlet dibêje em alîkariyê didin cotkaran. Dewlet 1'ê dide lê 4'an distîne. Dewlet keda cotkaran dixwin. Li dinê mazota a herî bûha li Tirkiyeyê tê firotin. Bi KDV û OTV'ê herî zêde dibe û xisarî zêde dibe. Her wiha ceryan wiha ye. Ger cotkar çandiniyê nekin dê gel çawa biki, çi bixwin? Ji ber vê helwestê cotkar dixwazin erdê xwe bifroşin. Dema cotkar erdê xwe bifroşin dê wê heremê terk dikin û bi vî şeklî jî ziraet jî dê bimre û her diçe jî rewş ber nebaşîyê diçe. Nifûs nêzî 80 milyonîye. Gel dê çi bike? Ger ev cotkar ziraetê nekin dê çawa zikê wan têr bibe?"
'Berhemên GDO ji derve dikirin'
Gungor bi lêv kir ku polîtîqaya Tirkiyeyê li ser derve ye û got heta genim jî ji derve tînin û wiha berdewam kir: "Heya em kayê jî ji derve tînin. Welatekî ji aliyê axê ewqas dewlemend û di vê rewşa xirab de dawiya gotinê ye. Pembo, garis, soya, fasûle û nok êdî em ji derve dikerin. Mirov ji ber vê rewşe fedî dikin. Dema alîkariyê bidin cotkaran dê ziraet jî dê pêşt bikeve û dê her cure berhem jî dê bê çandin. Em hatin astekê ku êdî berhemên GDO distînin. Nêzî 2 milyon nîv ton soya û milyone ton garis îthal dikin. Em jî di salekê de 125 hezar ton dihilbirîni. Erdên bê av jî bi avê re bigihêjin hev dê randiman bê stendin û dê di îhracatê de bibe yekemîn û pêşketinek mezin çêbibe."
'Polîtîqaya dewletê cotkarîyê anî ber xelas kirinê'
Gungor got ku li şûna dewlet cotkarîya teşwîqî çandiniyê bike pêşîya wan digire û ji bo çandiniyê nekin her tiştî dikin. Gungor bi lêv kir ku cotkar her tim xisar dikin û wiha got: "Polîtîqaya dewletê ya li ser ziraetê li Tirkiyeyê ziraet anî ber xellas kirinê. Pembo êdî tu kes nema diçîne. Cotkar di destên bazirganan dîl hatiye girtin. Alîkarî qet tuneye. Ji ber helwesta dewletê erdên çandiniyê nema. Her diçe teng dibe. Demên borî em di çandina genim de yekemîn bû lê êdî em genim jî îthal dike."
'Tirkî derfetên di destên xwe ji bo dewletên wekîdin bi kar tînin'
Gungor destnîşan kir ku niha armanca dewletê tenê dovîz û EÛRO'yê di destên xwe û hemû derfetên xwe ji bo dewletên wekîdin bi kar tîne û wiha domand: "Ev çawa polîtîqaye? Mirov nikare fahm bike. Ev pirsgirêka ji bo sewalkarîyê jî derbas dibe. Ji dêlva sewalkarîyê pêşt bixe her diçe ew jî wek ziraetê şûnd ve diçe. Ji derve sewalan tîne û her wiha goştê sor jî biha bûye. Hindik maye em fêkî jî ji derve bînin. Ev polîtîqaya wekîdin li tu ciyekî tuneye. Bi rêbazî gel dê çawa cotkarîyê û sewalkarîyê bike?"
'GAP her tim bû malzemeya hilbijartinê'
Gungor bal kişand ser girîngiya GAP'ê û wiha axivî: "Erdên Mezopotamya pir hilberdare. GAP projeyek pir mezin e. Ji ber helwest û şaşitîya dewletê li Rihayê jî gelek erd xera bû û zuha bû û her wiha xwê girtiye. Em li erd û çêrê xwe xwedî dernakevin. Divê mirov li ava xwe, axa xwe û hewa xwe xwedî derbikevin. Mixabin GAP her tim bû malzemeya hilbijartinê. Divê bigotan mirov ji vê projeya çawa sûd bigrin. Nabêjin em çawa ziraetê pêş bixin, dibêjin 'emê çawa dengan bigrin'. Li ser xapandina gel mijul dibin. Rayedarên dewletê berî hilbijartinê digotin emê heqê asgarî bikin hezar û 350 lê niha jî dibijin me tiştekî wiha negotiye. Wezareta Ziraetê li ser navê parastina erda Lîjneya Parastina Axê derxistinin lê divê qey li ser neparastinê ev lîjne derxistinin."
'Giyê endemîk û ekolojî li ber winda bûne ne'
Gungor got ku ji ber ber polîtîqayên dewletê pergala ekolojîk û giyê endemik li ber winda bûnê rû bi rû maye û dawî li axaftina xwe anî: "Em ne li av, ax û hewa xwe xwedî derdikevin. Li her bajarê Tirkiyeyê febrîqayê çimento heye û ev jî hem ekolojîyê xera dike û hem jî hewayê qirêj dike. Li 17 bajarê Evrûpayê febrîqên çimento qedexeye û ji van welatan têbin ji Tirkiyeyê bi perên xwe çimento ji me dikirin. Tirkî di çêkirina çimentoyê di cîhanê yekemîne. Divê em di ziraetê û sewalkarîyê de yekemîn be. Em wek odeyên ziraetê her tim li hemberî van tiştanin û ji vê mijarê her roj bi dozan re dixebitin. Em wej ji odeya pişeyîyê derketinin û êdî wek buroya hiqûkê dixebitin. Her roj dozek me heye. Li her deverê HES'an çêdikin. Çiyayên me xira dikin. Çemê me ziha bûn, bahrê me hemû qirêj bûn. Hewirdora me, ekolojîya me ji destên me diçe. Divê dewlet li hemberî van tiştan bisekine û çareserîyê bibînin."
'Li Rihayê 45-50 hezar dekar ax bû beton'
Serokê Şaxa Rihayê ê ZMO'yê Alî Riza Ozturkmen jî bal kişand ser rewşa Rihayê ya ziraetê û wiha axivî: "Ziraet hêvîya pêşeroja Tirkiyêye. Tirkiye bê ziraet nayê fikirand. Li heremê projeyek wek GAP'ê mezin heye. Ev ji bo welatîyên heremê şansek mezin e. Ev proje hêvîya gel e. Divê gavek berê bi qede. Gelek hikumet hat û çûn lê hîn ev proje xellas nebû ye. Wiha biçe dê heta 2050'îya bajo. Riha ji hêla firehbûna erda di Tirkiyeyê de 3'yemîne. Lê her diçe erdê wê ji ber ku nezanî bûna avê xera dibe û her diçe erdên çandiniyê kêm dibin. Ji van pirsgirêkên mezin yek jê erdê çandiniyê dibe beton û çandinî ji holê radibi. Li Rihayê 45-50 hezar dekar ax bû beton. Pirsgirêka ceryanê jî pirsgirêkek mezin e. Em dixwazin deşta Rihayê têkeva statuya 'deşta mezin' û ev pirsgirêk çareser bibe."
(msd/mae)