DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

'Ala sor û stêrka spî zikê birçî têr nake'

 
2 Kanûn
10:36 2015

QERS (DÎHA) - Li navçeya Qamuşanê ya Qersê welatiyan bertek nîşanî xebata Şaredariya AKP'î dan û diyar kirin ku li navçeya ku betali zêde ye, şaredariya AKP'ê bi 60 mîlyon TL ala Tirkiye çêkiriye. Welatiyan xwest şaredarî li şûna ala Tirkiye kar ji welatiyan re bibîne. Welatiyan anî ziman ku ala sor zikê birçî têr nake.

Şaredariya Qamişanê ya Qersê ku di destê AKP'ê de ye, li şûna xizmeta bingehîn a navçeyê bike û rê li pêş betaliyê bigire, bi butçeya 60 mîlyon TL ala tirk a mezin çêkir. Welatiyan bertek nîşanî vê xebata şaredariya AKP'ê da û diyar kirin ku li şûna kargerî û qadên kar veke, ala mezin çêdike û ev yek zikê wan têr nake. Welatiyê bi navê Hakan Çingîloglu, diyar kir ku ji ber kar û debar tune gelê herêmê koç dike û wiha got: "Ala sor û stêrkê zikê mirovan têr nake. Tu pêdiviya gel ji vê alê tune ye. Niha pêdiviya gel ji alê tune ye. Pêdiviya gel ji kar û debarê heye. Li şûna kar ji welatiyan re bibîne, bi butçeyek gelek zêde ala sor û stêrka spî çêkirin. Al zikê birçî têr nake. Li şûna kargerî û fabrîqeyekê çêke, alê çê dike. Ji ber kar û debar tune welatî koç dikin. Divê rê li pêş koçberiyê bê girtin."

Serokê Komeleya Guhertinê Saîm Ucun jî bertek nîşanî xebatên şaredariyê dan û diyar kir ku 32 hezar kes li Qamişanê dijî, lê ji ber kar û debar tune koçberî heye û her ku diçe nifûsa navçeyê kêm dibe. Ucum, da zanîn ku ji ber polîtîkayên hikûmetê kargerî û fabrîqeyên heyî jî ha tin girtin û niha hilberîn û debar tune ye.

Welatiyê Qamişanê Ozdemir Gokçan jî anî ziman ku dema diçin rojava kar dikin ji ber kurdin rastî neheqiyê tên û ew naxwazin biçin bajarên Rojava karê xelkê bikin. Gokçan, bertek nîşanî xebatên şaredariyê dan û destnîşan kir ku ger kar û debar hebe ew naçin bajarê Rojava xebatê nakin.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN