Deşta Herranê dibe deşta betonê!
RIHA (DÎHA) – Li Deşta Herranê ku li cîhanê yek ji deştên ji bo çandiniyê herî guncav e, ji ber betonbûyîna zêde her ku diçe derfetên çandiniyê kêm dibin. Serokê Şaxa Rihayê a Odeya Endezyarên Çandiniyê Alî Riza Ozturkmen diyar kir ku tenê di sala 2015'an de 45 hezar dekar zeviyê çandiniyê kirine beton û hişyariya "Ev rewş, rewşekî pir nebaş e" kir.
Deşta Herranê, piştî Konya û Çukurovayê qada çandiniyê ya herî fireh a Tirkiye û Kurdistanê ye. Li deştê, ji ber bajarvaniya bêserûber, qadên çandî roj bi roj tengtir dibe. Tenê di 11 mehên sala 2015'an de, 45 hezar hektar zevî bi betonê hatiye dagirtin Serokê Şaxa Rihayê ya Odeya Endezyarên Çandiniyê Alî Riza Ozturkmen, li ser Deşta Harranê a ku di warê çandiniyê de xwedî derfetên mezin e axivî û bal kişand ser xetereyên ku deşt pê re rû bi rû mane.
“Bi zedebûna betonbûyînê çandinî kêm dibê’
Ozturkmen derbirî ku çandinî ji bo Rihayê û gelê Rihayê ji bo jiyanê tiştekî jêneveger e û wiha axivî: “Divê em xwedî li çandiniyê derbikevin û pêşbixin. Lê, wextê em îro mêze dikin, em dibînin ku di bajarê me de qadên çandiniyê her roja diçê dikin beton. Bi vê betonbûyîne re, derfetên me yên çandiniyê kêm dibe. Di sala 2009’an de li Deşta Herranê 20 hezar dekar qad kirin beton. Em li sala 2015’an dinêrin, em dibînîn ku 45 hezar dekar qad kirinê beton. Ev rewş rewşeke pir nebaş e.”
‘Divê betonbûyîn were astengkirin’
Ozturkmen derbirî ku zagona 5403, zagona parastina zeviyên çandiniyê ye û wiha domand: “Zagona 3083, zagona lijneya parastina axê ye. Lê mixabin ev hîç pêk nehat. Ji ber zagona 5403’a û ya 3083 li hev dikevin, zagona 5403’an nederbasdar e.” Ozturkmen bilev kir ku tengbûna zeviyên çandiniyê ji bo nifşên pêşerojê windahiyeke û ev tişt li gotinên xwe zede kir: “Ji bo me hemûyan jî windahiyeke mezin e. Em dixwazin betonbûna deştên Pirsûsê, Herranê, Weranşêrê, Serekaniyê, Curnerêşê bê astengkirin û ev deşt di statuya "deşta mezin" de cih bigrin.”
‘Divê bajarbûn li cihên ku çandinî kêm ê pêş bikeve’
Ozturkmen derbirî ku bajarbûna li deştên çandiniyê xetereyeke mezine û wiha got: “Îro wexte em ji derve van deştan temaşe dikin, em dibînin ku li hêla Amedê, Dîlokê potansiyela çandiniyê kêm e. Ji ber vê jî divê îmar li van deran bên çêkirin. Bi vî rengî em dikarin betonbûyîna deştan asteng bikin.”
(sde/sy)