Li Geverê li taxên azad komunên zimanê azad
COLEMÊRG (DÎHA) – Li Geverê bi avakirina pergala rêveberiya cewherî re li hemû tax û kolanan komûnên zimanê kurdî hatine avakirin. Perwerdehiya bi zimanê kurdî ku bi salan e ji ber polîtîkayên qirkirina çandî qedexe ye, li taxên azad bi awayekî azad tê dayîn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku rêveberiya cewherî hate îlankirin, êrîşên hêzên dewletê bênavber berdewam dike. Gelê Geverê jî, ji milekî ve li hember êrîşan pergala xwe diparêze ji milekî ve jî bi pêşxistina komunan xebata herî girîng a rêveberiya cewherî dimeşîne. Li hemû taxên Geverê, bi komîteyên tenduristî, jin, zarok, civak, perwerdeya ziman û gelek beşên din, xebatên sazkirin û avakirina komunan didome. Geveriyan di bin banê Meclîsa Gel de li 12 taxên navçeyê, bi xalên bingehîn de komûnan ava dikin û yek ji wan beşan jî komiteya zimanê kurdî ye. Komîteya zimanê Kurdî, ji bo "zimanekî azad” li taxên Orman, Cumhuriyet, Mezarlik û Eskî Kişlayê komunên xwe ava kirine.
‘Qedexe nikare li hemberî zimanê kurdî bibe asteng’
Yek ji kesên ku di nav xebatên zimanê Kurdî de cih digire, Mamosteya Dibistana Dayîka Uveyş Zeytun Akdenîz e. Akdenîz derbarê xebatên ku têne meşandin de axivî û diyar kir ku li her taxên Geverê komiteyên zimanê kurdî ava kirine û her roj piştî perwerdehiya li dibistanê, li taxan jî perwerdehiya ziman didin gel û bi taybetî jî zarokan. Akdenîz got ku ji ber pergala rêveberiya cewherî li taxan bi awayekê azad perwerdehiyê didin gelê Geverê.
Li dibistanê û li taxan komiteyên zimanê kurdî
Endamê KURDÎ-DERê û di heman demê de jî Mamosteyê Dibistana Dayîka Uveyşê, Dogan Engunder jî diyar kir ku piştî ku rêveberiya cewherî hate îlankirin, li dibistanê û li taxan komîteyên zimanê Kurdî ava kirin û xebatên wê didomînin. Engunder da zanîn ku wan li her kolan û malan komîteyên perwerdehiyê ava kirine. Engunder da zanîn ku dewleta tirk dixwaze bi zimanê xwe gelê kurd bindest bike lê ew ê li hemberî hemû êrîşan xwedî li zimanê xwe derbikevin.
Engunder herî dawî bang li malbatan kir û wiha got: "Gelê kurd bila zarokên xwe ji qirkirina çandî rizgar bikin û bişînin dibistanên azad.”
(zf/sy)