Belgesela Bîrlîk tê de dilîst 'Bark' hat pêşandan

STENBOL (DÎHA) - Belgesela bi navê 'Bark' ku Hacî Lokman Bîrlîk jî tê de rol girtibû di 7'emîn Mîhrîcana Kîjan Mafê Mirovan de hat pêşandan.
7'emîn Mîhrîcana Kîjan Mafê Mirovan? ku ji aliyê komek azad di bin banê Kolektîfa Hunerê ya Avrasya ve tê lidarxistin li Stenbolê berdewam dike. Belgesela bi navê 'Bark' ku Hacî Lokman Bîrlîk ê di 3'ê cotmehê de li taxa Dîcle a Şirnex ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin û pişt re bi wesayîta polîsan ve hatibû kaşkirin jî tê de rol stendî, hat pêşandan.
Piştî pêşandanê, derhênerê belgeselê Omer Çakan axivî û got ku Bîrlîk tenê ne mirovek polîtîk bû û wî xebatên sînemayê jî dimeşand. Çakan, sînemevanên li hemberî kuştina Bîrlîk bê deng man jî rexne kir.
Çakan herî dawî da zanîn ku ew dê têkoşîna Bîrlîk ya sînemayê berdewam bikin û li ser çîroka wî projeyan amade bikin.
(no/sy)