Bihuşta zeytûnan bû gundê betalan
HATAY (DİHA) – Gundê Karbeyazê yê navçeya Altınozu wekî bihişta zeytûnan tê naskirin. Ji ber zeytûnên vî gundî zêde ne, fabrîqeyek posayê zeytûnan û 3 fabrîqeyên zeyta zeytûnan hatiye avakirin lê piştî şerê li Sûrî, koçberî û betalî zêde bû.
Gundê Karbeyazê yê Altinoza Hatayê wekî navend û bihişta zeytûnan tê nasîn. Ji ber zeytûn li vî gundî pir zêde ne, li gund 3 fabrîqeyên zeytê û fabrîqeyek posa zeytûnan hatiye avakirin. Li gey zeytûnan, nebatên wekî tûtin û cureyên din jî tê çandin. Li vê gundê ku hilberîna zeytûnan lê zêde ye, ji ber ku li ser sînorê Sûrî hatiye avakirin berê bazirganî zêde bû. Lê piştî şer û aloziya Sûrî, êdî bazirganî cemidî û betaliyê dest pê kir.
Xebatkarê fabrîqeyê Sefer Donmezer, anî ziman ku zeytûn ji bo wan pir bi qîmet e û ji her aliyê zeytûnê sûdê werdigirin. Şirîkê fabrîqeya zeytûnan Yuksel Donmezer jî anî ziman ku piştî li Sûrî qeyranê dest pê kir betaliyê jî dest pê kir û wiha got: "Ji bo betalî bi dawî bibe, li ser kooperatifbûnê radiwestin."
'Divê pergala kooperatîfê were avakirin'
Şirîkê fabrîqê Yuksel Donmezer jî da zanîn ku di demên dawî de zeytûnên Gemlîkê zêde li vir tên çandin û wiha got: "Debara vî gundî li ser zeytûnan e. Vî gundî debara xwe bi zeytûnan û bazirganiya sînor dikir. Lê piştî alozî û şerê Sûrî êdî koçberî zêde bû û betalî jî zêde bû. Welatiyên ji ber şer direvin dixwazin li gundan bi cih bibin. Li vir bi 30 TL’yî mirovan didin xebitandin. Li vir mirov terkî qedera xwe hatine kirin." Donmezer, destnîşan kir ku ji bo rê li pêş betaliyê bê girtin divê pergala koperatîfê bê avakirin û wiha got: "Ez û 5 gundî hatin cem hev û me fabrîqeya rûnê zeytûnan ava kir. Mirov hînî betalî û tiraliyê hatine kirin. Lê ger ku mirov bi hevre bixebite dê betalî û xizanî ji holê rabe."
(mae/sy)