Şûna restore bikin, hilweşandin!
QERS (DÎHA) - Qesra ku fermandanrê şerê Osmanî û Urisan ên eniya Kafkas Gazî Ahmet Muxtar Paşa lê dijî dema ku restoreya wê dihat kirin hilweşiya.
Qesra Fermandarê eniya Kafkas yê şerê Osmasî û Urisan Gazî Ahmet Muxtar Paşa ku li taxa Ortakapi ya Qersê ye beriya çend heyaman hin deverên wê hilweşiyabûn û dihat restorekirin. Qesra ku ji aliyê Gerînendeya Çand û Turîzmê ya Bajêr ve dihat restorekirin dema restoreyê wê dihat kirin hilweşiya.
Qesra ku tenê dîwarê piştê dihat restorekirin piştî ku hilweşiya aliyê qeta duduyê yê pişt û banê wê henû hilweşiya. Bi vê re tenê qeta rûerd ma li ser piyan. Gerînendeya Çand û Turîzmê ya Bajêr ji bo ku qesr bê restorekirin bi 450 hezar TL îhale kiriye û piştî ku qesra dîrokî hilweşiya fîrmaya ku îhale stendî destûr neda ku dîmen û wêne bên kişandin.
Pisporên mîrateyên çandî anîn ziman ku ji vê saetê şûnde êdî xebata li vir were kirin dê ne restorasyon be û divê qesr were nûkirin, ev jî dide nîşandan ku êdî tu taybetiyên vê qesrê yên dîrokî namînin.
(no/mae)