Pêşengeha Kobanê li Zaningeha Enqereyê ye
ENQERE (DÎHA) - Pêşengeha wêneyan a Kobanê ku ji aliyê nûçegihanê wêneyan Mursel Çoban ve hat amadekirin li Zaningeha Enqereyê hat vekirin. Çoban di pêşengehê wiha got: "Min xwest bibim şahidê serdema xwe û tişta ku bûye sedem hevalên min çûn Kobanê bizanim."
Xwendekarê Hunerên Xweşik ê Zaningeha Kocaeliyê Mursel Çoban wêneyên ku li Pirsûs û Kobanê kêşane bi pêşengeha li Zaningeha Enqereyê derxist pêş wênehezan. Çoban di pêşengehê de axivî û qala dema ku li Pirsûs û Kobanê mayî kir. Çoban got ku piştî 15 rojan li Pirsûsê ma derbasî Kobanê û axaftina xwe wiha domand: "Min kurdî nedizanî. Dema ku ez çûm Kobanê bi şervanên YPG'ê re çûm eniya şer. Di navbera me û DAIŞ'ê de 10 deqe hebûn lê ji ber baweriya bi YPG'ê ez bi rehetî dirazam."
'Min xwest bibim şahidê serdema xwe'
Çoban armanca xwe ya çûna Kobanê, kêşana wêneyan jî anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min xwest ez şahidiyê ji serdema ku tê de dijîm bikim. Gelek hevalên min çûn Kobanê. Min xwest tişta ew birîn wir bizanim. Ez diwazim 2 salan bimînin Kobanê û li wir perwerdeya sînema û wêne bidim."
(no)